Navenda Nûçeyan – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Heyet piştî hevdîtinê wê li Stenbolê saet di 17.00’an de daxuyaniyê bide.
Di daxuyaniyê de wê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bê ragîhandin.




