Heyeta Îmraliyê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir.”

Navenda Nûçeyan – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna re hevdîtin pêk anîbû. Şandeyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. 

Daxuyaniya şandeyê bi vî rengî ye: 

“Di 17'ê Çileya 2026an de me li Îmraliyê bi qasî du saet û nîvan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de birêz Ocalan anî ziman ku ew bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî ye û perspektîfa 27ê Sibatê derbasdar e. Careke din bal kişand ser girîngiya avêtina gavên pêwîst û pêşvebirina pêvajoyê. 

Rojeva esasî ya hevdîtinê bûyerên li Sûriyeyê bû. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir. Bi israr destnîşan kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi diyalog, muzakere û aqilê hevpar dikare bên çareserikrin û divê bên çareserkirin. 

Anî ziman ku ew amade ye berpirsyariyên xwe bi cih bîne ku ev pirsgirêk bi axaftinê ji ser zemîna şer bê rakirin. Di vê mijarê de careke din bang li aktor û aliyan hemûyan kir ku bi rengekî erênî bi rola xwe rabin û bi hesasiyet û berpirsyariyê tevbigerin.

Li gel hurmetên xwe

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê 

18’ê Çileya 2026”