‘Heya daxwazên me pêk werin em ê têbikoşin’

Jinên ji Sûweydayê ku salek zêdetir e ji bo pêkhatina biryara 2254 a NY çalakiyan lidar dixin gotin ku heya daxwazên wan pêk neyê dê li qadan bin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Di çalakiyên ku li Qada Karamah a navenda Suweydayê berdewam dikin de jinan ti carî paşve gav neavêt. Jinan tekez kir ku ew dev ji daxwazên xwe bernadin û ew ê ji bo pêkanîna hemû daxwazên xwe û rûxandina "rêjîmê" têbikoşin.

Duh li bajarê Suweyda yê Sûriyê xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin. Xwepêşander ji seranserî bajêr kom bûn û xwenîşandanek navendî li dar xistin û daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî û dewletek ku qanûn û dadmendî lê serdest be, kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Azadî, aştî" û "Em her carê zilmê dibînin" vekirin.

‘Wê jin gav ti carî paşve gav neavêjin’

Çalakvana mafê mirovan Basîme El-Ekbanî diyar kir ku ew ji destpêkê ve di nava tevgera gel de cih girtine û got, "Tevî ku zêdetirî salek bi ser destpêkirina tevgerê re derbas bûye, lê em hîna berdewam in û di vê tevgerê de roleke bingehîn lîstin. Jin wê ti carî paşve gav neavêjin, berevajî wê asoya wan berfirehtir bibe. Wê venegerin bêdengiyê. Heta hemû pirsgirêkên ku her kes ji bo wan daket kolanan çareser nebe dê ev tevger bidome.”

‘Ji zilmê re na’

Hind Salah ku yek ji beşdarên çalakiyê ye got, "Rewşa welat gelek xerab e. Ji ber vê yekê me bêdengiya xwe şikand. Rewşa xizmetguzariyên wek av û ceyran xerab e. Gendelî, zulm, ne azadbûn û dengên çewisandin vê tevgerê da destpêkirin. Em ê herî zêde "Ji zilmê re na" biqîrin.” Hind Salah bal kişand ser rola erênî ya jinan a di nava tevgerê de û got, "Di tevgera me ya aştiyane de jin ji destpêkê ve bi yek dengî daxwaza azadî, rûmet û wekheviyê kirin.”

‘Ji bo Sûriyeyek azad li vir in’

Beşdareke din a bi navê Şahîra Ezam jî got, "Em ev salek û du meh in tevgera xwe ya aştiyane li dijî rêjîmê didomînin. Vê rejîmê Rûsya û Îran anîn nav welêt û hebûna Îranê tenê hincetek bû ji bo bombebaranê. Wan ji Sûriyê wêran kir. Ji her alî ve, kurên me kuştin û şandin her çar aliyê cîhanê. Ji ber vê yekê em ji bo Sûriyeyek azad li vir in."