Hevşaredar Saniye Bayram: Dixwazin Xelfetî tune bikin, em ê destûr nedin
Hevşaredar Saniye Bayram ku tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Xelfetiyê weke "derbeyek li dijî vîna gel" nirxand, bertek nîşan da û got: "Em di hilbijartinê de bi ser ketin, lê diyar e dixwazin Xelfetiyê tune bikin."
AXÎN BAHAR
Riha – Wezareta Karên Hundir a Tirk qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de kir. Bertekên li hemberî biryara qeyûmê ji gelek aliyan ve dewam dikin.
Bi dengên veguhestî derbasî kursiya serokatiyê bû
Yekemîn qeyûm di 23'ê Kanûna 2016'an de li ser Şaredariya Xelfetî hat tayînkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de Mustafa Bayram di 2’ê Kanûna 2016’an de hatibû binçavkirin û girtin. Li şûna Mustafa Bayram qeymeqamê Halfetiyê yê wê demê Şeref Albayrak wek qeyûm hat tayînkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de namzetê AKP’ê Şeref Albayrak ê qayûm bi piraniya dengan derbasî kursiya serokatiyê bû.
Dî hîlbîjartînên 31’ê Adara 2024’an de namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partî Saniye Bayram û Mehmet Karayilan bi ferqa 906 dengan şaredariyê qezeckirin.
Hevşaredarên ku mazbata girtin ragihandin ku 460 milyon, 601 hezar û 277 TL deynê şaredariya ku ji AKP’ê hatiye girtin heye. Hevşaredar çawa ku hatin ser kar derbarê nelirêtiyên Şeref Albayrak ê AKP’yî de gilî kirin. Ruxmê ku gelek gilî çêbûn jî encam nehat girtin, vê carê jî qeymeqam Hakan Başoglu weke qeyûm hat tayînkirin.
Saniye Bayram: Bi mehan e em hewl didin zirara ku li pey xwe hiştine baş bikin
Hevşaredar Saniye Bayram a ku piştî biryara qeyûmê li ber avahiya şaredariyê tevî gel kom bûn diyar kir ku heta biryar paş de neyê girtin dê nobedê bigirin. Saniye Bayram diyar kir ku mekanîzmaya darbeya 2016’an ketiye meriyetê û got, “Em di hilbijartinan de bi ser ketin, lê diyar e dixwazin Xelfetiyê tune bikin. Şeref Albayrak û ekîba wî ku di sala 2016'an de bû qeyûm û di sala 2019'an de bi navê hilbijartinê bi ser ket û her kes dizane ku bi dengên veguhestî li wê kursiyê rûniştin û Şeref Albayrak û ekîba wî navçeyê mijîn. Tiştekî ku nefirotin nehiştin. Şaredariyê di nav deynan de hiştin.Bi mehan e em hewl didin zirara ku wan li pey xwe hiştine baş bikin. Wan parsel parsel erd firotine. Kesên ku li neketin pey van bêhiqûqiyan çima vîna gel nas nakin û neheqiyeke nû dikin?"
'Li vir mesele ne kursî, îradeya gel e'
Saniye Bayram anî ziman ku şêniyên bajêr di hilbijartinên 31'ê Adarê de ji bo ji zîhniyeta AKP'ê rizgar bibin çûn ser sindoqan û got, "Nêzî 5 hezar deng veguhestin. Ev ne hilbijartin bû, hema hema ji bo me şer bû. Hejmartina dengan bi saetan dirêj kir. Ji bo deng nedizin me xew nekir, xwarin nexwar, nevexwar, em li bendê man û me nobetê girt. Di gelek sindoqên ku dengê me zêdetir bûn de, îtîraz kirin. Ruxmê wê jî em bi ser ketin. Ji ber vê yekê em ê şaredariyê ji wan re nehêlin. Li vê derê mesele ne hevserokatiya Saniye Bayram û Mehmet Karayilan e. Mesele tune hesibandina vîna gel û 4 salên li pêşiya me jî ji gelê navçeyê dizîna wan e.”
‘Em ê nobetê bigrin’
Saniye Bayram anî ziman ku ew 4’ê Mijdarê bi biryara darbeyê rabûne, bal kişand ser girîngiya Xelfetiyê û got: “Neketin pey dizan. Em ê hemu lîstokên wan ên qirêj derxin holê. Tevî gelê xwe em ê li ber şaredariyê nobetê bigirin.”Saniye Bayram herî dawî bang li hemu kesên ku li Riha û navçeyên wê dijîn kir ku li dijî feraseta qeyûmê bertek nîşan bidin.
Dîlan Kunt: Em dibînin ku xeyalên wan ne demokrasî ye
Parlementera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt jî bal kişand ser xweseriya Xelfetiyê. Dîlan Kunt li ser 3 şaredariyan tayînkirina qeyûman nirxand, îşaret bi daxuyaniyên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku di rojên dawî de desthilata AKP-MHP dikin kir û got: “Em dibînin ku xeyalên wan ne demokrasî ye. Ev tenê ne êrişekê li dijî mafê bijartinê ye, erişek li dijî demokrasiyê ye di heman demê de. Li hemberî vê bêhiqûqiyê heya ku em ya ku ya me ye negirin, em ê nesekinin.”