Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî bû. Hevdîtin 2 saet û nîvan domiya. Şande dê têkildarî havdîtinê daxuyaniyek nivîskî bide.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di şandeyê de Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol cih digirtin. Piştî hevdîtin bi dawî bû şande ji Greva Îmraliyê vegeriyan.

Piştî hevdîtina ku 2 saet û nîvan domiya, dê şande daxuyaniyek nivîskî bide.