‘Heta ku bêdengî bidome wê kesên din jî bimirin’
150 girtiyên siyasî yên berê ya ji bo Somaye Raşîdî ku ji ber nehat dermankirinê li Girtîgeha Qerçekê jiyana xwe ji dest da daxuyanî dan, wiha gotim: "Mirina Somaye hişyariyek vekiriye; Heta ku bêdengî bidome, wê kesên din ên mîna wê jî bimirin.”

Navenda Nûçeyan – Somaye Raşîdî ku li Girtîgeha Qerçekê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hatin paşguhkirin û ket komayê, di 25’ê Îlonê de li Nexweşxaneya Mofatteh Varamîn jiyana xwe ji dest da. Mirina Somaye Raşîdî bû sedema bertekên mezin.
Li Îranê 150 girtiyên siyasî yên berê, daxuyaniyekî ku balê dikşînê li ser şert û mercên bûne sedema mirina Somaye Raşîdî, dan. 150 nav di daxuyaniyê de daxwazên xwe jî rêz kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em bi xemgîniyek kûr, sersaxî ji malbata Somaye Raşîdî, hevalên wê yên girtî û hemû kesên ku di doza azadî û wekheviyê de dixwazin” û balkişandin li ser şert û mercên bû sedema mirina Somaye Raşîdî.
‘Mirina Somaye Raşîdî encama xemsariya bi zanebûn e’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Somaye Raşîdî nehatiye dermankirin û wiha hate gotin: "Mirina Somaye, encama rasterast a polîtîkayên zextker ên ku jiyanê paşguh dikin, xemsariya bi zanebûn û hilweşîna avahîsaziyê ye."
Di berdewamiya daxuyaniyê de, bi van gotinan cih dan nêrînên 45 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê:
"Somaye Raşîdî ne tiryak bû û ne jî nexweşa derûnî bû. Ji kêliya girtina xwe û vir ve nexweşa epîlepsiyê bû; ev rewş ji rayedarên ewlehiyê, rêveberiya girtîgehê, Girtîgeha Evînê, Girtîgeha Qerçekê û yekîneya tenduristiyê ya Qereçkê re hate ragihandin. Di mehên dawî de me şahîdî kir ku kirîzên giran derbas kir. Lêbelê, her car piştî birina yekîneya tenduristiyê, di demekî kurt de vegerandin girtîgehê.”
‘Rayedarên girtîgehê berpirsiyarê van mirinan e û divê hesab bide’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Rûxmê ku rayaderên girtîgehê di ferqa rewşa wê ya xirab de bûn jî, ne dermankirin û ne jî kefaleta 3 milyar tûmen ya malbata wê nikarîbû bide kêm kirin. Rûxmê jiyana wê di rewşek xeter de bû jî, tu gav nehat avêtin. Somaye Raşîdî, ne ewil kesê ku ji ber xemsariya bijîşkî jiyana xwe ji dest da. Di hefteyên dawî de, du girtiyên bi navê Jamileh Ezîzî û Soudabeh Asadî jî li Girtîgeha Qerçaxê ji ber redkirina lênihêrîna bijîşkî jiyana xwe ji dest dan. Ev trajediyên, berdewamiya zincîreyên mirinê yên mîna Baktash Abtîn û Behnam Mahjubî yên dikare pêşiya wê bê girtin e. Em bi awayekî vekirî radigihînin: Divê jiyana mirovan ji bo xemsarî, tolhildana siyasîan jî kêmbûna pergalî neyê qurban kirin. Rayedarên girtîgehê û dezgehên ewlehiyê, rasterast berpirsiyarê van mirinan e û divê hesab bide.”
150 girtiyên berê, ji bo pêşîgirtina mirinên nû û hesabdayîna berpirsan, daxwazên xwe rêz kirin:
"*Divê hemû girtiyên nexweş, ji temen an jî sûcên xwe serxwebû, demil dest û bê şert û merc werin berdan.
*Divê girtiyên siyasî ji beşa karantînayê ya Girtîgeha Qerçekê ji bo Girtîgeha Evînê werin sewqkirin,
*Divê têkildarî mirina Somaye Raşîdî û kesên din de şefafiyetek tam bê misogerkirin û pêwîste rayedarên xemsar û gendelî bên darizandin û hesab bidin,
*Divê Girtîgeha Qerçekê ya dijî jiyana mirovan bê girtin.”
Îmzakerên daxuyaniyê:
“Mohammed Sadiq Ahoondî, Aboutaleb Adinehvand, Louis Arnaud, Yasaman Aryayî, Hamîd Asîi, Mehrdad Ahankhah, Hamed Ayenehvand, Shapur Ehsanirad, Peyman Ehmadî, Shahroh Ehmadî, Alireza Ehmadî-rad, Mîr Axavan, Elî Asadollahî, Hasan Asadî-Zeydabadî, Roya Akoueî, Samaneh Asgarî, Maryem Afrafaraz, Elî Afsharî, Nader Afsharî, Resûl Akbarî, Reza Akvanyan, Zohreh Amanî, Hasti Amirî, Ekber Aminî-Armaky, Payam Bastanî, Shideh Bagherî, Mahmud Bagheri, Sahar Borloueî, Hamidreza Barahanî, Benjamîn Brîer, Grorban Behzadîan-Nejad, Behnam Cheginî, Seyed Elîreza Behehtî-Shirazî, Mesûd Pedram, Nahîd Taghavî, Malî Jefarî, Pouya Jagarvand, Behnam Cheginî, Mohammed Habîbî, Rayeh Hesinî, Mohammadvalî Heyderbeigî, Sajjad Khodakaram, Mohammadreza Khosravî, Khalil Khalilpaur, Zahra Khandam, Omîd Khwarazmîan, Îbrahîm Khoshsirat, Vahedeh Khoshsirat, Atena Daemî, Jamileh Dastkareh, Maedeh Delbarî, Amirhosseîn Delirsanî, Mohammad Sadegh Rabbanî, Elîreza Rajaeî, Elîreza Rajabian, Kamran Rahimian, Hûseyîn Rezaq, Elham Rasoulî, Omîd Rezaei, Saeed Razavî-Faghih, Reza Ramazan-zadeh, Nesrîn Roshan, Roghieh Zarepour-Heydarî, Kaveh Zahedî, Hûseyîn Sarbandî, Nasim Soltanbeigî, Bahareh Soleimanî, Emad Sharghî, Elî Shariatî, Saba Sherdoost, Shahryar Shams, Parvîz Shahpar, Shadiyeh Shahidî, Arîa Sheikhî, Sara Shirvanî, Arash Sadeghî, Mandana Sadeghî, Keyvan Samîmî, Morad Tahbaz, Narges Zarifian, Dunya Ebadî, Armita Abbasî, Îsmail Abdî, Elîreza Abdî, Monireh Arabshahî, Behzad Arabgol, Rouîn Atoufat, Jafar Azimzadeh, Tahereh Alaeî-Taleghanî, Borzou Elîdadî, Abolfazl Ghasalî, Nilûfer Fathî, Mansûr Farajî, Yaghma Fashkhamî, Johan Flodros, Ezîz Ghasemzadeh, Sepîdeh Ghavian, Maryam Ghalizadeh, Somayeh Kargar, Javad Karamî, Mohammad Hossein Karroubî, Maryam Karim-Beigî, Amirhossein Keyhanî, Olivier Grundot, Mahdîeh Golrou, Fatemeh Govaraî, Motahareh Gune’î, Sediqeh Malekifard, Mostafa Mohabbikia, Weis Mahloojia, Pervîn Mohammadî, Maryam Mohammadî, Narges Mohammadî, Mehdî Mahmoudian, Sahar Mokhtarî, Armîn Mokhtarî, Marzîeh Mokhtarî, Jalal Modabber, Shaghayegh Moradî, Soha Mortazavî, Mahnaz Mortazavî, Rada Mardanî, Farzad Marzbanî, Shokrallah Masihpour, Akram Mesbah, Parsa Moslehi-Fard, Elieh Matlabî-Zadeh, Farangis Mazloom, Mona Maafî, Asad Moftahî, Khadijeh Moghadam, Rezvan Moghadam, Zhîla Makvandî, Saeed Molaeî, Keyvan Mahtadî, Abdullah Momenî, Farhad Misamî, Nilûfer Mirzaeî-Baftî, Leyla Mirghafarî, Farzaneh Nazaranpour, Pouran Nazemî, Elî Nanavayî, Elî Nejatî, Akram Nasirian, Sîamak Namazî, Kambîz Noroozzadeh, Mohammad Nourî, Behzad Homayounî, Sedîqeh Vasmeghî, Masoud Vazifeh, Maryam Yahyavî, Hûseyîn Yazdî.”