Hepsexaneya Neqîb: Yekem avakera komeleya jinan

Hepsexana Neqîb, yekemîn avakera komleya jinan e ku dibistana yekem ji bo jinan vekiriye. Di 12’ê Nîsana 1953’yan de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Hepsexana Neqîb ew jina ku bîr, kiryar û armancên wê ji serdama tê de dijî pêşvetir bûn. Ew di serdemek ku gelek kêm jin di desthilatdariyê de bûn û ji bo mafên xwe dengê xwe derdixistin de jiyan. Hepsexana keça Meirûf Berzencî û dotmama Şêx Mehmûd Berzencî yê Melîkê Kurdistanê û hevjîna Şêx Qadirê Hefîd e.

Hepsexane Reqîb kî ye?

Di sala 1891’ê de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Wê nêzîkî sedsalek berê bi damezrandina yekem dibistana Kurdî dest bi perwerdekirina jinan kir. Piştre di sala 1930’an de yekem rêxistina jinan bi navê ‘Komeleya Jinên Kurd’ ava kir. Hebûna komeleyek wiha ji bo lêkolîna ji bo maf û daxwazên jinan di nîvê yekem sedsala borî de, tenê li ser asta Rojhilata Navîn mînakek gelek kêm tê dîtin e.

Her dem li dîwanxaneya Hepsexanê jinên Silêmanî û derdora wê kom dibûn. Her jina ku pirsgirkek wê ya şexsî û civakî hebûya çareser dikir.

Mala xwe kiribû dibistana jinan

Mala wê li Silêmanî û hemû Kurdistanê dibistana yekem a jinan bû. Jinan di wê malê de hesta Kurdbûnê dijiyan û xwe perwerde dikirin.

Dema Komara Mihabadê ava bû, Hepsexan bi hemû hêza xwe piştgiriya da komarê û Qazî Mihemed û spasnameyek taybet jê re şand û rêzek mezin dayê.

Di temenê 62 salî de di roja 12’ê Nîsana 1953’an de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û li Girê Seyranê yê bajarê Silêmanî wê spartin axê.