Hejmara penaberên ku li peravên Morîtanyayê mirin zêde dibe

Li peravên Morîtanyayê keştiyek koçberan noqî avê bû. Hejmara penaberên ku mirin gihîşt 69 kesan.

Hejmara penaberên ku li peravên Morîtanyayê mirin zêde dibe

Navenda Nûçeyan – Keştiyeke koçberan ku nêzîkî 160 kes tê de bûn û ji Gambiya diçû, êvara 26’ê Tebaxê li peravên Morîtanyayê noqî avê bû. Piştî noqbûna keştiyê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin. 69 koçberan jiyana xwe ji dest dan jî, tenê 17 kes bi avjeniyê gihîştin peravê sax man.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo bi dehan kesên di avê de winda bûne berdewam dikin.

Tê bawerkirin ku qeyik ji kapasîteya xwe zêdetir rêwî û bar hildigirt û piştî têkçûna motorê noqî avê bû.