Hejmara 2’yemîn a Kovara Nîsan derket
Kovara Nîsan bi hejmara xwe ya 2’yem bi dirûşma ‘Em bi rizgarkirina Şengalê bûn hêz û îradeya rêxistinkirî’ gihişt ber destê xwînerên xwe.

Şengal – Kovara bîrdozî, bawerî û çandî ya Nîsan ku dengê jinên Êzidî ye û her sê mehan carek bi zimanê Kurdî û Erebî derdikeve, bi hejmara xwe ya 2’yemîn bi dirûşma ‘Em bi rizgarkirina Şengalê bûn hêz û îradeya rêxistinkirî’ gihişt ber destê xwînerên xwe.
Kovar di vê hejmara xwe de cih da nameya herî dawî ku Rêber Apo ji civaka Êzidî re şandibû.
Her wiha kovar ciheke berfireh da têkoşîna jinan a li dijî tundiyê, rizgarkirina Şengalê, Komplo û peymana 9’ê Cotmehê, girîngiya avakirina hêzên parastina jinê, li Kurdistan û Şengalê, çîrokên jinên Êzidî, jineolojî, jinên ciwan, Cejna Batizmî û rûpela zarokên Êzidxanê û hwd.
Bi taybetî kovar di vê hejmarê de cih da nivîsa şehîd Nûjiyan Erhan ku di dema pêvajoya rizgarkirina Şengalê de nivîsandibû.
Nivîskarên beşa kurmancî ya vê hejmarê Dilvîn Şengalî, Sûham Şengalî, Amara Şengal, Feleknas Uca, Lava Şengalî, Berwar Çelê û Arîn Şengalî ne.
Nivîskarên başa erebî jî Cîhan Celo û Suad Hiso ne.
Dilvîn Şengalî di nivîsa xwe ya ku di beşa Kurmancî û Erebî de hatiye dayîn de behsa sekn û berxwedana şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), piştî şehadesta wê avabûna artêşbûna jin û avabûna YJŞ’ê dike.
Di rûpela jinelojiyê de hebûn û xwezaya jin û birdoziya rizgariya jin hatiye destgirtin.
Sûham Şengalî jî di nivîsa xwe ya vê hejmarê de bal kişandiye ser şer, talan, wêranî û dagirkerî ya ku qira civak û gelan aniye, fermana 74, di çareseriya pirsgirêkan de rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sekin û berxwedana jinên Êzidî ku ev 11 sal in dimeşînin.
Di beşa çand û hunerê de jî Arîn Şengalî li ser wateya çand û di domandina çand û hunerê de rol û mîsyona jinê nirxandin kiriye.
Kovar di beşa bîr û bawerî yê de cih da Cejna Batizmê ku wek avabûna zeman tê binavkirin û di baweriya Êzdatiyê de cejna herî dirêj e.
Her wiha kovar ku di her hejmara xwe de dê cih bide jiyan, berxwedan û têkoşîna pekrawanên jin ên Şengalê, di vê beşa xwe de jî cih da berxwedana şehîd Bêrîvan Çarçela û şehîd Zîlan Piling ku di rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan.
Ji hêla din ve xwînerên ku bixwazin kovarê li ser dîjîtal bixwînin dikarin li ser malpera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xwe bigihînin kovarê.
Lînka malpera TAJÊ: https://taje-shengal.com/