Gulîstan Kiliç Koçyiğit ji TÜİK'ê bihayan pirsî

Cîgira Serokê Koma DEM'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî daneyên TÛÎK'ê da û bal kişand ser zêdebûna bihayan û got: "Kêr gihîştiye hestî."

Navenda Nûçeyan-Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê û nerazîbûn nîşanî “pakêta tesarûfê” ya desthilatdariyê da. Koçyîgît da zanîn ku desthilatdarî  tesarûfê ji welatiyan dixwaze û wiha got: “Desthilatdarî budçeyê ji şer, rantê û talanê re xerc dike. Lê çav berdaye berîk û sifreya xelkê. Bi vê pakêta ku anîne dixwazin hilweşandina aboriyê ya mezin bi gel bidin razandin. Yanî karê didin sermayedaran û dixwazin maliyetê jî ji berîka gel derxin. Sifreya îsrafê û şatafatê ava kirine, li wir dixwin û vedixwin û hesabê wê jî bi gel didin dayîn. Ev AKP û MHP desthilatdariya krîzê ye. Heta ku ji derewan, talanê û rantê tesarûf nekin, wê ev welat dernekeve paqijiyê.” 

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku piştî pakêta tesarûfê hat eşkerekirin di çapemeniyê de derket ku ji bo tamîra daşirên Wezareta Xezîne û Maliyeyê 23 milyon û 933 hezar lîre pere dê bên xerckirin û wezaretê vê agahiyê nederewand. Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku ji bo her tiştî tesarûfê derxistine lê ji bo daşirên wan tesarûf tune ye. 

‘Kêr gihîştiye hestî’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nîqaşên meaşê asgarî û destnîşan kir ku meaşê asgarî û meaşê teqawîdan nehat biharkirin. Koçyîgît anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê teqawîdan û karkeran mexdûr dike û êdî ji bo teqawîdan kêr gihîştiye hestî. 

Bertek nîşanî TUÎK’ê da

Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê ku eşkere dike da û wiha got: “Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha Hezîranê de hêkek 2.47 lîre ye, kîloyek pîvazên hişk 7.76 lîre ye, kîloyek şekirê hûr 20,73 lîre ye, lîtreyek rûnê zeytê 113 lîre bûye. Em niha ji TUÎK’ê dipirsin; ev tişt li kîjan markete hatine standin. Navnîşanê bidin me jî em biçin ji wê markete danûstandinê bikin. Li marketên em jê danûstandinê dikin reqamên wiha tune ne. Li gorî TUÎK’ê kirêya malan 5 hezar û 844 lîre ye. Hûn li bajarekî mezin bi 5 hezar û 844 lîreyî nikarin odeyekî kirê bikin. Niha em ji TUÎK’ê dipirsin ev xanî li ku hatiye kirêkirin? Bila bêjin em tev bi hev re bar bikin biçin wê taxê, wî bajarî. Me li tu cihekî fiyetên wiha nedîtine.” 

‘Hewcedarî bi paqijkirina rê heye

Gulistan Kiliç Koçyîgît pakêta darazê ya 9’emîn jî nirxand û got: “We 8 pakêtên darazê anî, me çi xêr jê dît? Em ji pakêta 9’emîn çi hêviyê bikin? Me tu xêrek ne ji we ne jî ji pakêtên we dîtiye. Di pakêtên we de tenê neheqî û bêhiqûqî û xelaskirina alîgirên we heye. Kî dikare ji pakêtên darazê yên AKP’ê çi hêviyê bike. Daraz bûye amûra qesrê û AKP’ê. Bi salane partiya me dibêje; hewcedarî bi paqijkirina rê heye. Rêya reformek darazê ya rasteqîn di vir de derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê AKP-MHP destê xwe ji ser darazê rakin.”