Gera biharê ya jinên gundê Tutmê

Niştecihên gundê Tutmê, yê li herêma Meredo li binarê Qendîlê, derketin ger û geşta biharê. Jinên gund, bi cilên rengîn ên Kurdewar, girîngiya xurtkirina têkiliyên civakî û yekîtiyê destnîşan kirin.

Binarê Qendîl – Çalakiyên biharê li herêmên çiyayî yên Kurdistanê ne tenê ji bo derbaskirina demê ye, di heman demê de derfetek e ji bo nûkirina têkiliyên civakî û ji nû ve girêdana bi xwezayê re. Xelkê gundê Tutmê li binarê Qendîlê bi kombûneke mezin biharê pêşwazî kirin û jinan di vê hevgirtinê de roleke girîng lîstin.

 

Endama encumena gundê Tutmê Sinewber Mehmûd, li ser kêfxweşiya rojê û armanca çalakiyê axivî û got: "Îro pir xweş e ji ber ku em hemû dîsa hev dibînin. Bawer bikin, zarokên me hev nas nakin, ji ber ku dema hinek ji mirovan ji vir çûn, piraniya van zarokan nehatibûn dinyayê. Niha pir xweş e ku em hemû beşdarî geştê dibin; em hev dibînin û zarok hev nas dikin." Sinewber jî kêfxweşiya xwe ya ji bo parastina çandê anî ziman û diyar kir ku encumena der barê paqijiya jîngehê de biryarek daye: "Xwezî, em hemû bi cilên Kurdewar û bi şêwazeke Kurdî hatibûna. Me her wiha biryar da ku divê her malbat piştî rêwîtî û geştê zibaleyên xwe bi  xwe bi re bibin û bavêjin qutiyên

zibilê."

Sinur Huseyîn, yek ji beşdarên çalakiyê jî li ser girîngiya çalakiyên wiha rawestiya û got: “Girîngiya van geştan ew e ku gundî tên cem hev û bi cilên rengîn û xweşik ên Kurdî tên dîtin. Ev yek jî ji bo zarokan hawirdorek pir xweş diafirîne. Erka mirovan ew e ku dema ji bo geştê tên cihê lê ne biparêzin û zibil li dû xwe nehêlin da ku yên din jî werin û li wir bêhna xwe vedin.”

‘Dostanî zêde dibe’

Awezan Muhammed, ji gund e, diyar kir ku ew hêvî dike kevneşopî li hemî gundan belav bibe û got: “Ev geşta biharê ku gundên li quntarên Qendîlê her sal dikin, pir xweşik e. Bi saya vê yekê, em hev çêtir nas dikin, dostî zêde dibin û mirov wekî berê ji hev dûr nakevin.” Di dawiya axaftina xwe de, Awezan peyamek jîngeh û civakî zêde kir: "Em hêvî dikin ku hemû gund geştên biharê organîze bikin da ku dostaniyê xurt bikin. Lê belê em ji wan dixwazin ku jîngehê biparêzin û qirêj nekin û dema ku ew vegerin, ji kerema xwe zibila xwe bi xwe re bibin.”