‘Gelê Xezayê bi birçîbûn û trawmaya derûnî re têdikoşe’

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), diyar kir ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê ya li dijî Xezayê, ji bo zarokan veguheriye rastiyek rojane ya tirsnak. Li Xezayê zarok bi mirin, birîndarbûn û trawmaya derûnî re rû bi rû dimînin.

Xeza – Dîrektora Parêzvanî û Ragihandinê ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF’ê, ragihand ku zarokên li Xezayê, ji ber şerê ku di navbera artêşa Îsraîlê û Hamasê berdewam dike, her roj bi mirin, êrîş û tundiyê re rû bi rû dimînin. Şerê ku 23 meh in didome, ji bo zarokan roj bi roj xetertir dibe.

Birçîbûn û zehmetiyan

UNICEF’ê diyar kir ku bi berdewamiya şer re, zarok ji xurek, stargeh û xizmetên tenduristiyê bêpar tên hiştin. Zarokên li Xezayê, bi zêdebûna birçîbûnê, koçberiya bi darê zorê û binesaziya wêranbûyî re jiyan xwe ya rojane didomînin. Her wiha nexweşxane, dibistan, binesaziya avê û xanî jî rojane tên hedef girtin.

Zêdetirê nîv milyon mirov bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne

UNICEF’ê da zanîn, li Xezayê zêdetirî nîv milyon mirov, bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne. UNICEF’ê diyar kir ku pêşiya van mirinan dikare bê girtin, lêbelê ji ber dorpêça Îsraîlê û astengkirina alîkariyan roj bi roj xirabtir dibe. Her wiha, ji her çar zarokan yek rastî kêmbûna xurekê tên û ger ev rewş demek dirêj bidome, wê bibe sedema bandorên cidî.

Hewldanên alîkariyê

Rûxmê ku UNICEF’ê xebatên xwe yên alîkariyê ya li herêmê zêde dike jî, ji ber sedema dorpêça Îsraîlê, gihandina alîkariya xurek û tibî dijwartir bûye.