Gelê Hesekê ji bo mafê Hêviyê ya Rêber Abdullan Ocalan herikî qadan
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi sedan xelkê bajêr ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bicihanîna “Mafê Hêviyê” meşiyan.
Hesekê – Gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe ve Kurd, Ereb û Suryan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna “Mafê Hêviyê” herikîn qadan û meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji çarxereya Kevokê dest pê kir û li ser xeta kolana sereke ya taxa Muftî berdewam kir. Di meşê de beşdaran bênavber dirûşmeyên “Bijî Rêber Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Çalakiya ku li çarxereya Şehîd Serhed veguherî mitîngê, bi rakirina alên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser hebûn û pankartên bi nivîsa “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî Mafê Hêviyê dê pêk were” balkêştir bû.
‘Her êrîşek li ser Rêber Abdullah Ocalan êrîşek li ser nirxên civakê ye’
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Şêwermendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hesen Koçer axivî. Hesen Koçer diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê hemû beşên civakê dakevin qadan û tevlî çalakiyan bibin. Di gotina xwe de bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Di kesayeta Rêber Apo de nirxên civakê û azadiya jinê tên temsîlkirin; her êrîşeke li ser wî, wek êrîşeke li ser nirxên tevahiya civakê tê dîtin.”
‘Divê sazî ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan bixebitin’
Di mitîngê de, welatiyên beşdar jî nêrînên xwe anîn ziman. Zekiye Ramadan a 60 salî ku beşdarî meşê bibû, bal kişand ser bêdengiya saziyên navdewletî û got: “Daxwaza me azadiya Rêber Ocalan e. Gelo dad û mafên mirovan li ku ne? Heke sazî an rêxistinên mafên mirovan hebin, divê ji bo azadiya wî bixebitin.”
‘Bi felsefe û hebûna birêz Abdullah Ocalan re dê aştî û aramî belav bibe’
Her wiha Ezîze Osî jî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di qonaxeke gelekî krîtîk re derbas dibe û wiha pê de çû: “Hebûna Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî ji bo vê qonaxê pêwîstiyeke sereke ye. Bi felsefe û hebûna wî re dê aştî û aramî li herêmê belav bibe.”
Meş bi dirûşmên dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re bi dawî bû.