‘Ev erda mezin têra me hemûyan dike’
Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê Peyrûze Kurt a tevlî Konferansa Jin bi hev re ya li Enqereyê hat lidarxistin bû, diyar kir ku gelê Kurd ji bo bi reng û dengê xwe bijîn, 50 salin bê navber tekoşîn dikin.
DÎLAN AYDIN
Enqere- Konferansa “Jin bi hev re” ya ku bi hefteyan e amadekariya wê dihat kirin li Enqereyê destpê kir. Ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi sedan jinên siyasetmedar, kedkar, femînîst, rojnameger beşdarî konferansê bûn. Konferansa ku dê du rojan bidome bi panelên cihêreng û foruman didome.
Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê, Peyrûze Kurt li ser têkoşîna ku bi salan e didomînin armanc û sedemên têkoşînê axivî û diyar kir ku gelê Kurd, ji bo jiyana xwe bi rang û dengê xwe bijî bi 50 sal in bênavber têdikoşe. Peyrûza Kurt bal kişand ser rengîniya konferansê û wiha got: “Pêvajoyek heye divê ku destpêkê statuya serokê me were diyarkirin mafên gelê Kurd ên meşrû werin pejirandin û bi zagonan bikevin bin temînatê. Em jin îro hatine vê derê, diaxivin çima ji ber ku me hemûyan heman êşê kişandiye. Eşa me yek e lewre em dayîk in. Me zarokên xwe spartine axê, kezeba me şewitiye. Hêviyên me yekîtî û aştî ye.”
‘Em jin baştir hêjahiya jiyan û aştiyê dizanin’
Peyrûze Kurt diyar kir ku şerê ku îro tê meşandin ne şerê gelan e şerê dewletan e û wiha pêl da gotinên xwe: “Li herêma Rojhilata Navîn hemû şer hene. Di demeke wiha de em hewl didin pêşî li şer bigrin, nehêlin ku li welatê me geştir bibe. Ên pêşengiyê ji aştiyê re dikin jin in lewre ew baştir bi hêjahiya jiyan û aştiyê dizanin. Ji ber ku yê ji şeran zêdetir zirarê dibînin, rastî êrîşan tên jin in loma jî ji bo aştiyê gelek gotin û hewldanên me hene. Mafê me ye em li ser axa xwe li welatê xwe bi rûmet û azad bijîn. Ev erda mezin, axa Kurdistan û Tirkiyeyê berfireh e, têra me hemûyan dike. Li cihê şer û kuştinê divê em têkoşîna ji bo jiyane mezintir bikin. Peywira her kesê ew e di cihê xwe de tiştek bike daxwaza xwe bîne ziman û dua bike. Peywireke pîroz li benda me ye. Ji bo aramiya vî welatî çi ji destên me were divê em bikin. Divê jinên ku îro hatine ba hev gelek jinên din jî bigihîjin xwe û bi hev re xebatên wiha mezintir bikin.”
‘Parastina axê û pêşeroja zarokên me peywira me ye’
Peyrûze Kurt bal kişand ku şerê ku bi salan domiya, bi xwe re gelek tiştan biriye û da zanîn ku ji niha û pê ve ya divê were kirin, pêşîgirtin li dubarebûna şer e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê em bi hev re li kêleka hev bi destên hev bigrin pêşî li şer bigrin, heta dawî vê xwînê bisekinînin. Divê em bi awayê wekhev bi hev re bijîn. Em di nava hev de ne û welat ê me hemûyan e.”