Endama Navenda Jineolojî Malda Kûsa hat bibîranîn

Bi boneya 7’ê mîn salvegera nemirbûna Endama Navenda Jineolojî ya Hesekê Malda Kûsa, bi merasîmek li goristana Şercî hat bibîranîn.

Hesekê – Endama Navenda Jineolojî ya bajarê Hesekê Malda Kuso di 4’ê Gulana 2019’an de dema ku li ser erka xwe bû, di encama êrîşên DAIŞ’ê ku di navbera rêya bajarê Hesekê û kampa Holê de mayîn kiribûn de, tevlî karwana nemiran bû. Bi boneya 7’emîn salvegera nemiriya Endama Navenda Jineolojî ya Hesekê Malda Kûsa, li goristana Şercî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm, ji aliyê Navenda Jineolojî ve ya Kantona Hesekê û Qamişloyê, Kongra Star, malbat û rêhevalên Malda Kûsa ve hat organîzekirin.

‘Malda xwedî kesayetek bi hêz û hezkirî bû’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Akademiya Jineolojî ya bajarê Hesekê Nezha Dahir sersaxî ji malbat û rêhevalên Malda Kûsa re xwest û wiha got: “Şehîd malda xwedî kesayetek bi hêz bû. Ji bo pêşxistina zanista civakê, rojane li ser kar û xebatê bû. Di Navenda Jineolojî de rolek pir girîng dilîst û perwerde dida. Malda di dilê her kesî de xwedî cihekî tayebet digre. Me ji hêza şehîd Malda hêz girt û em wê mînak dibînin. Îro em ji bo guhertin û veguhertina hişmendiyê xeta şehîd malda dişopînin û emê di riya zanista jinê de, civakek azad û demokratîk ava bikin.”

‘Şehîd Malda bi xebatên xwe zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê têk bir

Her wiha ji Rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Cîhan Xalid tekez kir ku Malda Kûsa bi xebatên xwe zihniyeta çeteyên DAŞ’ê têk biriye û axaftina xwe wiha domand: ”Di kesayeta şehîd Malda de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Rêheval Malda bi ked, hewildan û lêkolînên xwe nîşan da ku zanîn û zanista ku bi çanda berxwedanê û jiyanê bi wate were hunandin, wê bibe çavkaniya jiyana rastîn. Bi xebatên xwe zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê têk bir. Her tim ji xwe re têgihîştina netewa demokratîk bingeh girt û bi her awayî xwest ku vê bighîne hemû jin û gelên herêmê û jinên Kurd, Ereb, Aşûrî-Suryanî û Ermen. Em jî wekî rêxistina jinan, şopdarên xeta Şehîd Malda ne û em tu carî îrade, fikir û cesareta wê ya ciwan jibîr nekin.”

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.