Emîne Şenyaşar 118 roj ji bo "edaletê" di çalakiyê de ne
Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 118’an de dewam dike.
Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve çalakiya nobeda "Edaletê" di roja 118’emîn de dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe ya twîtterê ligel wêneyên Enver Yildiz ê piştî êrişê 18 mehan bi parazvanan re li Edliyeya Rihayê teslîm bû û Îbrahîm Yildiz ê 3 sal in derbarê wî de biryara girtine heye û nayê girtin ev peyam parve kir: “Tirkiye welatê demokrasiyê û azadiyê ye. Yê dixwaze karê xwe qayîm dike û diçe teslîm dibe (Enver Yildiz). Derbarê Îbrahîm Yildiz de biryara girtinê heye lê 3 sal in di nava Rihayê de bi awayekî rihet digere. (Li pişt wî mamê wî yê parlamenter heye.)”