‘Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin’

TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi boneya 4'emîn salvegera kuştina Jîna Emînî diyar kirin ku pergala serdestiya mêran dixwaze laş, nasname û jiyana jinan bixe bin kontrola xwe û gotin: “Em ê li dijî van pergalan têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin

Stenbol – Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi boneya çaremîn salvegera kuştina Jîna Emînî li Stenbolê li Qada Şîşhaneyê daxuyanî dan. Aktivîstên TJA’yê, Dayîkên Aştiyê, parlamenter, endam û rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên civakî û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Enstîtuya Kurdî Rojbîn Dag ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.

‘Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ sînoran derbas kir’

 Rojbîn Dag, di destpêka daxuyaniyê de anî ziman ku di 16’ê îlona 2022’an de li Îranê Jîna Emînî bi hinceta ku porê xwe li gorî rêzikên serîgirtinê nenumandiye (osilandine), ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yên rejîmê ve hatiye desteserkirin û qetilkirin û wiha got: “Dengê Jin Jiyan Azadiyê ku piştî qetilkirina Jîna bilind bû, di nava demeke kin de sînor derbas kir, bû gotineke hevpar a ji bo daxwaza azadiyê ya jinên li seranserê cîhanê. Kuştina Jîna her wiha bû destpêka şikestineke dîrokî li dijî zexta ku li ser laş, nasname, şêweya jiyanê û azadiyên jinan hatibû avakirin. Serhildana ku li Îranê bi pêşengtiya jinan derbasî nava kolanan bû, ew serhildan bû berxwedaneke bihêz li hemberî pergalên serdestiya mêran ku hewl didin hukma wan li ser biryarên jinan hebe; bê ka jin dê çawa bijîn, çi li xwe bikin, bi kîjan zimanî biaxivin û li ser jiyana xwe kîjan biryaran bistînin.”

‘Di sala 2026’an de herî kêm 19 jin hatin darvekirin’

 Rojbîn Dag, destnîşan kir ku di nava têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ de zext û pêkutî neqediyan û wiha domand: “Desteserkirin, girtin, cezayên giran û gefa darvekirinê hê jî jiyana jinan dorpêç dike. Rejîma ku nikare berxwedanê bişikîne, dixwaze jinan bêdeng bike; sêpêyên sêdarê dike amûreke tirsandin û çewisandinê li hemberî têkoşîna jinan. Vîna jinan a ku piştî Jîna gotibû ‘Jin Jiyan Azadî’ û rabûbû ser piyan, ew dixwazin ku wê vînê bi desteserkirin, îşkence, cezayên girtîgehê yên giran û gefa darvekirinê teslîm bigirin. Li dijî van polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan dikin hedef, hemû jinên ku hatine darvekirin û yên ku di bin gefa darvekirinê de ne, em têkoşîna wan hemûyan wekî têkoşîna xwe dihesibînin. Rapora herî dawî ya mafên mirovan a derbarê cezayên darvekirinê yên xwepêşander û muxalîfan de nîşan dide ku ev tablo berdewam e. Di serî de rojnameger Pexşan Ezîzî, îro hê jî gelek jin bi van êrîşan tên hedefgirtin. Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Îranê, em dizanin ku di sala 2026’an de herî kêm 19 jin hatin darvekirin û bi dehan, bi sedan jin jî hê jî bi gefa darvekirinê re rûbirû ne. Li dijî van gefan, li seranserê cîhanê divê jin dest bidin hev û ji bo ku tu jin neyên qetilkirin, xwe bi rêxistin bikin.”

‘Em jin li dijî van pergalan dê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin’

 Her wiha Rojbîn Dag diyar kir ku wan Jîna Emînî ji bîr nekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergala serdestiya mêran dixwaze laş, nasname û jiyana jinan bixe bin kontrola xwe, lê em jin li dijî van pergalan dê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin. “Jin Jiyan Azadî” ku piştî Jîna li kolanan olan da, ne tenê dirûşmek e; her wiha derbirîna wê vîna jinan e ku jin li ser jiyan û siberoja xwe xwedî gotin û biryar in. Çar sal berî niha, ew gotina ku ji kolanên Îranê belavî cîhanê bû, îro jî di têkoşîna hevpar a jinan de dijî.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.