‘Em ê nehêlin plan û komployên dijmin pêk werin’

Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî diyar kir ku dê nehêlin plan û komployên li dijî gelan pêk werin û bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin ser piyan.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal – Di ser komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de 26 sal derbas bûn. Komploya ku 9’ê Cotmehê bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Şamê dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina wî berdewam kir. Lê komploya ku beriya 26 salan pêk hat, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî didome û zêdetirî 4 salan e bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Di heman demê de 9’ê Cotmehê dîroka dagirkirina Girê Spî-Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve û îmzekirina Peymana Şengalê ye.

Têkildarî komploya 9’ê Cotmehê Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî ji ajansa me re axivî.

‘Di nava çar dîwan de jî bi fikrên xwe azad dike’

Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî diyar kir ku beriya 26 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de ji Şamê derketiye û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd berê xwe daye welatên Ewropayê û wiha got: “Lê mixabin dijmin bi plan û komployan pêşî li Serok girtin, ji ber ji fikrên Rêber Apo ditirsiyan. Ev 25 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye û zêdetirî 4 salan e agahî jê nayê girtin lê tevî vê yekê jî dijmin hê ji fikrên Rêber Apo ditirse. Ji ber ku di nava çar dîwaran de be jî fikrên Rêber Apo ji bo mirovên bindest riya azadiyê nîşan didin.”

Bî wê fîkrê têdîkoşîn

Emşê Korkorkî da zanîn ku dê nehêlin ne planên dijmin ne jî peymana 9’ê Cotmehê pêk werin û wiha domand: “Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an çawa miletê Êzidî bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş xist. Niha hemû cîhan li ser fikrên Rêber Apo xwe perwerde dike, wekî ku ew di nava civaka Êzidî û her çar parçeyên Kurdistanê de be. Em weke civaka Êzidî çi ji destên me were em ê bikin da ku bikaribin azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê her mirov ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser piyan. Heta ku fikrê Rêber Apo di nav civaka Êzidî û civakên bindest de hebe dê têkoşîn her dem berdewam bike.”

‘Bi fikir û felsefeya Rêber Apo rabin ser piyan’

Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo miletên bindest fikrên zêrîn in û ev bang kir: “Bangawaziya me ji her miletê bindest re heye, ev fikir fikrek zêrîn e bila vê firsetê ji destên xwe bernedin û rabin ser piyan da ku dijmin nikaribe peymana 9’ê Cotmehê bi cih bîne. Ji aliyê din ve divê hemû civakên ku di bin siya qirkirinê de ne, wek civaka Êzidî ku rastî 74 fermanan hatiye bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin. Niha civaka Êzidî ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye dost û dijminê xwe nas dike û dê careke din nehêle fermaneke din bê serê wê. Dubare banga min ji miletên bindest re ew e ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo rabin ser piyan û ji bo azadiya fizîkî têbikoşin.”