Dozger ji rojnamevan Bêrîvan Kutlu re ceza xwest

Li Tirkiyeyê zext û sepandinên li ser rojnamevanan bi awayekî tund didomin. Rojnamevan Bêrîvan Kutlu ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê ji hêla dozgeriyê ve ceza lê hate xwestin.

Dozger ji rojnamevan Bêrîvan Kutlu re ceza xwest

Amed – Di doza rojnamevan Berîvan Kutlu de, ku ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê bi "propagandaya rêxistineke terorîst" tê tawanbarkirin, dozgeriyê nerîna xwe pêşkêş kir û daxwaza ceza kir. Dozgeriyê di danişîna doza rojnamevan Bêrîvan Kutlu ya ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, mutalea pêşkêş kir û ceza xwest.

Danişîna 4’emîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutluyê ku ji ber tevlibûna bernameyên televîzyonan ên piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş û parvekirinên li ser hesabê X’ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin. Ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ldiarxistin. Bêrîvan Kutlu tev li rûniştinê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. 

Rûniştina din heya 1'Kanûnê hat taloq kirin

Dozgeriyê mutalea pêşkêş kir û xwest ku Bêrîvan Kutlu bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzer Tamur, li dijî mutaleayê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaz qebûl kir û rûniştina din taloqî 1’ê Kanûnê hate kirin.