Biryara darvekirina Arvahan Felahî hat rawestandin
Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê daxwaza ji nû de darizandina girtiya siyasî Arhavan Felahî ku li Girtîgeha Evînê ye, qebûl kiriye, lewma bicihanîna cezayê darvekirinê hatiye rawestandin.
Navenda Nûçeyan — Girtiya siyasî Arhavan Felahî, ji ber beşdarbûna xwe ya li xwepêşandanên gelêrî yên sala 2022’an, bi rêze girtin û veguhastinên di navbera girtîgehan de re rû bi rû bûye. Di heman demê de, rêxistinên mafên mirovan derbarê şert û mercên girtina wê û pêvajoya dadgehê ya wê de fikarên xwe zêde dikin.
Dadgeha Bilind a Îranê daxwaza ji nû ve darizandina girtiya siyasî Arhavan Felahî ku li Girtîgeha Evînê ye, qebûl kir. Li dû vê biryarê, bicihanîna cezayê darvekirinê hatiye rawestandin û dosyaya wê, dîsa ji bo beşa dadgehê ya ku berê li ser doza wê biryar dabû ji bo lêkolînkirinê hatiye şandin.
Li gorî raporên mafên mirovan, Dadgeha Bilind di rojên dawî de îtirazên di dosyaya wê de lêkolîn kiriye û gihîştiye wê encamê ku îtirazên pêşkêşkirî hewcedariya ji nû ve darizandinê nîşan didin. Ji ber vê yekê, biryara berê hatiye betalkirin.
Erêkirina daxwaza ji nû ve darizandinê, biryara berê betal kir
Arhavan Felahî ya ku 24 salî ye, di Tîrmeha par de ji aliyê Beşa 15. a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawanê "serhildan"ê hatiye cezakirin û cezayê darvekirinê li ser hatiye birîn. Her çiqas Beşa 41. a Dadgeha Bilind di Tebaxê de piştrastkirina vê biryarê kiribû jî, erêkirina daxwaza ji nû ve darizandinê, biryara berê betal kiriye.
Arhavan Felahî cara yekem di dema xwepêşandanên gelêrî yên Îranê di sala 2022’an de, bi bav û birayê xwe re hatiye girtin. Piştre di Sibata 2024’an de careke din hatiye girtin. Li dû êrîşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê ya di Hezîrana 2025’an de, ew di navbera çend girtîgehan de hatiye veguhestin, di nav wan de Girtîgeha Tehranê ya Mezin û Qerçekê jî hene, berî ku dîsa were veguhestin ji bo Girtîgeha Evînê.
Çavkaniyên mafên mirovan derbarê pêvajoya dozê û tawanên ku li dijî wê hatine derxistin de, fikarên xwe anîne ziman. Bi qebûlkirina ji nû ve darizandinê, dosya wê careke din li ber heman dadgehê dê bê lêkolînkirin û ev pêvajo dikare bibe sedema derxistina biryarek nû.