Dozek nû li dijî Motaharah Ghoney hat vekirin
Çalakvana xwendekar a berê Motaharah Ghoney ji hêla Dozgeriya Çand û Medyayê yê Tehranê ve ji bo dozek nû hate gazîkirin. Ev gazîkirin wek berdewamiya zextên ewlehiyê li ser ev girtiya siyasî ya berê ve girêdayî ye.
Navenda Nûçeyan – Îro çalakvana xwendekar û girtiya siyasî ya berê Motaharah Guney, li ser rûpela xwe ya X ragihand ku ew ji bo Şaxa 9’emîn a Dozgeriya Çand û Medyayê hatiye gazîkirin.
Motaharah Ghoney, wêneyekî ji gazînameyê weşand û ragihand ku piştî giliyek ji baregeha Sarallah a Supaya Pasdaran a Îranê, ew hatiye gazîkirin ku li Şaxa 9’emîn a Dadgeha Çand û Medyayê ya Tehranê amade bibe. Li gorî gazînameyê, divê ew roja Şemiyê 9’ê Gulana 2026’an li dadgehê amade bibe da ku parastina xwe pêşkêş bike, wekî din dê were girtin.
Bi gelek sûcan tê tewanbarkirin
Di doza nû de li dijî çalakvanê xwendekar ê berê sûcdariyên wek "heqaretkirina rêbertiyê", "heqaretkirina pîroziyên Îslamê", "heqaretkirina rayedar û ajanan", "propagandaya li dijî pergalê" û "belavkirina derewan" hatine kirin; her wiha sûcdariyên ku di salên dawî de ji bo darizandina çalakvanên sivîl, siyasî û xwendekar dubare hatine bikar anîn.
Di dema bombebaranê de deriyên hucreyê wê girtî bû
Motaharah Ghoney di havîna borî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi girtinek tund re rû bi rû mabû. Di encamê de destê wê hatibû şikandin. Piştî serbestberdana wê, di hevpeyvînekê xwe de goti bû di dema bombebaranê de deriyên hucreyên wê girtî bûn, ew ji bo "malên ewle" hatibû veguheztin, ku dermankirina bijîşkî lê hatibû qedexekirin û rewşa wê ya fîzîkî di karantînaya li Girtîgeha Qarchakê de xirabtir bûbû.
Berê jî hatibû dîlgirtin
Motaharah Ghoney di Kanûna 2025’an de jî ragihandibû ku cezayê salekê li wî hatiye birîn. Motaharah Goney, xwendekarekî berê yê diranan li Zanîngeha Tehranê û sekreterê siyasî yê berê yê Komeleya Xwendekarên Îslamî li zanîngehê bû, berê ji ber çalakiyên xwe ji zanîngehê hatibû derxistin. Di Gulana 2024’an de ji bo kişandina cezayê xwe ji bo Girtîgeha Evînê hate veguhastin û piştî temamkirina cezayê xwe di 16’ê Adara heman salê de hate berdan.
Zextên Îranê ser çalakvanan hê didome
Ji nû ve gazîkirina Motaharah Ghoney ji bo dozgeriyê nîşanek din a zexta ewlehî û dadwerî ya berdewam li ser çalakvanên xwendekar û rexnegirên siyasî li Îranê dide xuya kirin.