‘Divê temsîliyeta jinan di rêveberiyên herêmî de were xurtkirin’
Li bajarê Wanê, Komîteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi diruşma “Em bi îradeya jinan komunekê ava dikin, em bi rêveberiyên herêmî civatek azad ava dikin” civînek li dar xist.
Navenda Nûçeyan – Civîn li Navenda Çanda Berîvan a girêdayî Şaredariya Rêya Armûşê pêk hat, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û endamên Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, her wiha karmendên rêveberiyên polîtîkayên jinan ên şaredariyên herêmê beşdar bûn.
Neslihan Şedal di vekirina civînê de axivî û bal kîşand li ser pêşketinên di Rojhilata Navîn û Tirkiyê de tên jiyîn. Wê dîyar kir ku herê zêde jin ji pêvajoyên aloz û krîz bandor dibin. Lê heman demê de jî xwedî hêza çareseriyê ye jî. Neslihan Şedal destnîşan kir ku jin di veguherîna civakî de aktorên çalak in. Neslîhan got: “Divê temsîliyeta jinan di rêveberiyên herêmî de were xurtkirin.” Wê tekez li ser pêwîstiya zêdekirina beşdariya rasterast a jinan di mekanîzmayên biryardanê de kir û her wiha diyar kir ku divê jin di mekanîzmayên rêveberiyê de xwedî hebûnek xurttir û dengek mezintir bin.
Di civînê de xebatên du salan hate nirxandin. Bi taybetî jî polîtîkayên şaredariyê yê jinan ên du salan hate nirxandin. Di civînê de nêrîn û pêşniyar hate girtin. Di civînê de bi taybetî jî li ser pêşxistina polîtîkayên di çerçoveya jin de nîqaş pêşket.