‘Divê gelê herêmê li hemberî planên Tirkiyeyê şiyar bin’

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Selwa Ehmed teqez kir ku pergala neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw a avakirina Sûryaya demokratîk e.

DELAL REMEDAN

Hesekê- Serokomarê dewleta Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan di rojên borî de bang li serokê hikumeta Şamê Beşer Esad kir ku der barê ‘normalkirina’ têkiliyan de hevdîtinan bikin. Dewleta Tirk hê li hemberî hinek bajarên herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike, hevdîtina bên kirin wê ne di berjewendiyên gel de bin. Bertekên gelek beşên ku diyar dikin ev hevdîtin wê der barê dijminatiya Kurdan û hedefgirtina destkeftiyên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be berdewam dikin. 

‘Koçber rastî gelek zehmetiyan tên’

Der barê mijarê de endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Selwa Ehmed ji ajansa me re axivî û got: “Ji dema ku Serêkaniyê hat dagirkirin ve heta niha jin û zarokên koçber di rewşên mirovî yên zehmet re derbas dibin. Koçber ne tenê di aliyê aborî de zehmetiyan dikşînin, rûbirûyî nexweşiyan jî tên. Piştî 4 salan ji koçberiyê heman konan bi kar tînin ew kon nehatine guhertin û rêxistinên mirovî jî li rewşa koçberan mêze nakin. Koçberên ji bajarên ku Tirkiyeyê dagir kirine rû bi rûyî gelek zehmetiyan dimînin. Bêyî ku sedem were zanîn, rewşên xwekuştinê derdikevin. Em ji rewşên nû yên xwekuştinê bi tirs in ji ber ku gelek jin fêrî rewşa kampan nebûne.”

Selwa Ehmed der barê têkiliyên dewleta Tirk ên bi Sûriyeyê re ji nû ve dest pê kirine de wiha got: “Piştî ku dewleta Tirk gelek bajarên Sûriyeyê rûxandin û dagir kir her wiha xelkên wê yên resen koçber kir, Erdogan careke din dixwaze têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re çêbike. Koçberên ku rojane rûbirûyî îşkence û xirabkirina mal û milkên xwe tên, ji bilî wê jî gelek koçber surgunî herêmên dagirkirî Efrîn û Idlibê dikin, tenê ji bo guherîna demografiya herêmên dagirkirî ye. Divê gelê herêmê li hemberî planên Tirkiyeyê şiyar bin. Di demên dawî de me dît çawa li herêmên dagirkirî xelk daketin qadan û daxwaza azadiya xwe kirin.”

‘Bila hemû gel li dora pergala neteweya demokratîk bibin yek’

Selwa Ehmed destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê ji beriya 12 salan ve daketiye qadan û daxwaza azadiya xwe kiriye û wiha got: “Daxuyaniyên hikûmeta Şamê û dagirkeriya dewleta Tirk paşguhkirina daxwazên gel nîşan dide. Ez bang li hemû gelên herêmê dikim ku ji bo Sûriyeya wekhev û rengîn were avakirin, li dordora pergala neteweya demokratîk bibin yek û li hemberî siyasetên Erdoganê faşîst bêdeng nebin.”