‘Divê em Rêberê xwe û pêvajoyê baş fêm bikin’
Çalakvanên Nobeta Azadiyê ya li Wargeha penaberan a Mexmûrê destnîşan kirin ku ji bo serkeftina qonaxê, divê ew Rêberê xwe û pêvajoyê baş bixwînin û fêm bikin.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatibû destpêkirin, di roja hezar û 75’an de bi dewrgirtina koma 207’an berdewam dike.
Beriya ku çalakî ji aliyê koma nû ve were dewrgirtin, ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 206’an Mamoste Elî Spêrtî axaftinek kir.
‘Pêwîst e em Rêberê xwe û pêvajoyê baş bixwînin’
Mamoste Elî Spêrtî bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çi bikin kêm e. Divê em hê zêdetir çalakiyên xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Pêvajoyek hatiye destpêkirin; di vê pêvajoyê de baweriya me bi dewleta Tirk û bi tu dewletên din nayê. Baweriya me tenê bi Rêberê me heye. Li derdorê gotinên qirêj li ser pêvajoyê tên kirin, divê em guh nedin wan gotinan. Pêwîst e em Rêberê xwe û pêvajoyê baş bixwînin û fêm bikin.”
Merasîm, piştî axaftinê bi dewrgirtina koma 207’an bi dawî bû.