Mereş – Erdhejzedeyên di bajarên konteyner ên ku piştî erdheja Mereşê ya Sibata 2023an hatine avakirin de têkoşîna jiyanê didomînin. Tevî ku du sal di ser erdhejê re derbas bûne jî, şert û mercên jiyanê yên erdhejzedeyan baştir nebûne.
Li taxa Kilili ya navçeya Kurdoxlî ya Mereşê, di konteynireke erdhejê de agir derket. Tîmên agirkujiyê yên ku çûn cihê bûyerê agir vemirandin. Zarokê sê salî Muhammed Alî Yıldız ku di hundirê konteynerê de bû, di dema şewatê de bi giranî birîndar bû.
Zarokê ku piştî alîkariya yekem birin nexweşxaneyê, nehat rizgarkirin.




