Di qada perwerdê de qedexeyek din a HTŞ’ê ya cîhadîst

Li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê bikaranîna "modelên tazî" hate qedexekirin. Rexnegir dibêjin ku rêziknameyên wiha ne tenê kalîteya perwerdeyê, lê di heman demê de pêşeroja hunerê li Sûriyeyê jî dixe xeterê.

Di qada perwerdê de qedexeyek din a HTŞ’ê ya cîhadîst

Şam – Piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst hat ser rêveberiya demkî ya Sûriyeyê sûcên wekî komkujî, binpêkirina mafên mirovan, tacîz û tecawiz zêde bûn.

HTŞ ya cîhadîst her wiha dixwaze di qada huner û perwerdeyê de guhertinan bike. Biryarek ku li Fakulteya Hunerên Bedew a li Şamê hatiye girtin, di nav xwendekar û akademîsyenan de bû sedema nîqaşên girîng. Biryara rêveberiya fakulteyê ya qedexekirina karanîna modelên tazî, ku ew wekî "nebaş" bi nav kirine û dayîna sifir notan ji projeyên ku vê rêziknameyê binpê dikin, fikarên cidî li ser azadiya hunerî û derbirîna akademîk derxistiye holê.

Dekanê Fakulteya Hunerên Bedew li Zanîngeha Şamê Fûad Dahdûh, di 17’ê Tebaxê de bikaranîna "modelên tazî" di projeyên mezûniyetê yên beşên peykersazî, wênesazî û gravurê de qedexe kir. Li gorî biryarê, her projeyek ku têkiliya laşê tazî tê de hebe dê rasterast nota sifir bistîne û biryar di bin zexta rayedarên bilindtir de ji hemî beşên fakulteyê re hat ragihandin.

Ev biryar di nav derdorên akademîk û hunerî yên li Sûriyeyê de bû sedema nîqaşeke mezin. Xwendekar û akademîsyenan diyar kirin ku ev biryar azadiya hunerî sînordar dike û fikarên xwe anîn ziman ku ew ê bandorek neyînî li ser kalîteya perwerdehiya hunerî û pêşeroja hunerên dîtbarî li Sûriyeyê bike.

Bikaranîna tazî di hunerê de ji bo têgihîştina avahiya anatomîk a tevgerê û hevsengiya estetîkî pir girîng e. Ev rêbaz dihêle ku hunermend zanîna anatomîk a berfireh bi dest bixin û jêhatîyên xwe yên îfadeya dîtbarî pêşve bibin.