Di meclisa HDK’ê de li ser tekoşînê bal hat kişandin
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di Civîna Giştî ya Jinan a 1'emîn a Serdema 13'an d axivî û got: "Em dizanin wê têkoşîna azadiya ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî li tecrîd, îşkence, şer, xizanî û darvekirinê bîne."
Stenbol- Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Civîna Giştî ya Jinan a Serdema 1'emîn a 13'an li avahiya Navenda HDK'ê a Beyoglûyê pêk anî. Tevî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, gelek jin beşdarî civînê bûn.
Di civînê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Meral Daniş Beştaş axaftina vekirinê ya civînê kir.
Meral Daniş Beştaş a ku bi silavkirina jinên beşdarî civînê bûn dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku jinên bindest û tune tên hesibandin şînav xwe veguherandine têkoşînê û got ku ew di serdemeke ku divê têkoşîna rêxistinkirî ya jinê bê mezinkirin re derbas dibin. Meral Daniş Beştaş axaftian xwe wiha dom kir: “Desthilata AKP'ê bi siyaseta qeyûm destkeftiyên jinan hedef digire û ev êrîşeke raste rast li ser nasnameya jinê ye. Ez hemû rêhevalên jin ku têkoşîna bi hev re mezin dikin silav dikim. Dê reka sereke ya HDK'ê ew be ku ji bo têkoşîna jinê bi piştevaniyê bê mezinkirin tişta tê xwestin bike. Dê têkoşîna "Jin Jiyan Azadî" dawî li dijminantiya li hember jinê û tecrîdê bîne.”
Civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.