Navenda Nûçeyan – Piştî pevçûnên leşkerî yên tund û dijwar ên li ser Xeta Durand, aloziyên li ser sînorê di navbera Kabûl û Îslamabadê de zêde dibin. Di nav tohmetên hevbeş ên li ser êrîşên bi dronan û êrîşên hewayî de, rewş gefê li hilweşîna tevahî ya têgihîştinên ewlehî û dîplomatîk ên nazik di navbera her du cîranan de dixwe.
Sivîl hatin hedefgirtin
Berdevkê Talîban ragihand ku êrîşên Pakistanî deverên niştecihbûnê li parêzgehên Kunar û Helmandê hedef girtine, 9 sivîl di nav de jin û zarok kuştine, 11 kesên din birîndar kirine û sê xanî wêran kirine. Berdevk êrîş şermezar kir û wan wek "sûc" û kiryarek "êrîşkar" bi nav kir ku hemû prensîbên navneteweyî binpê dike.
Sînorê Efganistan û Pakistanê şahidê zêdebûna aloziya leşkerî ye, rewşeke ku bûye sedema dubarebûna topbaranê û mirina bi dehan sivîlan.




