Di doza Narîn Guran de biryar

Di doza ku gumanbarên Narîn Guran dihatin darizandin de ji bo sê gumanbaran cezayê muebeta giran hat birîn.

Di doza Narîn Guran de biryar

Navenda Nûçeyan – Runiştina doza Narîn Guran ya 8 salî ku li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê 21’ê Tebaxê de winda bû û 8’ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin, piştî  navberê berdewam kir. Dadgehê beriya biryarê der barê gumanbar dayik Yuksel Guran, ap Salîm Guran, bira Enes Guran û Nevzat Bahtiyar de bide, gotinên wan yên dawî girt.

Gumanbar Yuksel Guran, Salîm Guran û Enes Guran sûcdarî qebûl nekirin. Gumanbar Nevzat Bahtiyar jî got ‘wî Narîn nekuştiye tenê biriye û ceza çi ye wê bikşîne’.

Heyeta dadgehê der barê gumabnar Salîm Guran, Yuksel Guran û Enes Guran de cezayê muebeta giran birî.

Der barê Nevzat Bahtiyar de jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn û biryara berdewama girtina wî da.