Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk li Seyîdsadiqa girêdayî bajarê Silêmaniyê, Herêma Federal a Kurdistanê wesayîda rojnamegeran bombe kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê di êrişê de 2 rojnameger jiyana xwe ji dest dane 6 rojnamger jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndaran rakirine nexweşxaneyê, nasnameyên rojnamegerên mirine û yên birîndar bûne jî nehat zanîn.




