Dewleta Tirk li Tişrînê 8 welatiyan qetil kir
Ji destpêka êrişan heya îro dewleta Tirk li Bendava Tişrînê 8 welatiyan qetil kir. Di êrişan de 55 welatî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a HAWAR’ê (ANHA) bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li dijî noberdarên Bendava Tişrînê eşkere kir. Di daneyan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de 2 komkujî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye. Di encamê de 8 welatî jiyana xwe ji dest dane.
Dewleta Tirk a dagirker ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Bendava Tişrînê zêdetir kirine.
8ˈê Çileyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.
8ˈê Çileyê
Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 15 jî birîndar bûn.
15ˈê Çileyê
15ˈê Çileyê jî dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê kawanê gel bombebaran kir. Di encamê de şêniyek jiyana we ji dest da û 14 jî birîndar bûn.
Di heman rojê de dema ku karwanê gel ê kantona Firatê diçû bendavê, dewleta Tirk a dagirker li cihê kombûna gel da. Li wir jî 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 19 jî birîndar bûn.
16ˈê Çileyê
16ˈê Çileyê, balafirên şer ên dewleta Tirk nobedarên Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek jiyana xwe ji dest da 3 jê rojnamevan 17 kes jî birîndar bûn.