Stenbol – Xwendekara Lîsansa Bilind a Beşa Antropolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê (IU) Nanaxanim Babazade, beriya demkî bi hinceta beşdariya çalakiyên xwendekaran li dijî zêdebûna bihayê ta xwaringehê hatibû girtin û sewqî Navenda Paşve Vegerandinê ya Arnavutkoyê (GGM) hatibû kirin.
Nanaxanim Babazade ya rastî sepana "G-87 (Kesên ku ji aliyê Ewlehiya Giştî re Gef Dixon) hat, di vê pêvajoyê de rastî tundiya fîzîkî û lêgerîna tazî hat. Her wiha neçarî sîxurtiyê hat. Parêzerê Nanaxanim Babazade ya ji Azerbeycanî, Ahmet Baran Çelîk jî diyar kir bêyî ku li benda pêvajoya doz û îtîrazkirinê ya 7 rojan bê seknandin, hewil tê dayîn muwekîlê wê îro bê dersînorkirin. Parêzer, diyar kir hewil tê dayîn mafên qanûnî yên muwekîla wê bê binpekirin û da zanîn ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin.




