‘Dema jin diçin asta biryardanê divê bi zîhnê jinê tevbigerin’
Her çend li başûrê Kurdistanê jin gihîştibin navendên biryardanê û peywirên asta jor jî, zîhniyeta mêrê kevneperest hê li ber asteng e. Çalakvan Mahabad Şêx Heme Emîn dibêje: “Dema jin dighê navendên biryardanê divê bi zîhniyeta jinê tevbigerin.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Di demekê ku cîhan ber bi wekheviyê ve diçe de, di civaka me de mijara destekkirina jinan êdî ne tenê behskirin e, bûye pêwîstiyek pêşketina piralî jî. Serkeftina jinan di qadên cûda de, nîşaneya zindîbûna civakê ye. Lê belê desteka mijara xeberê bi rastî bi hêze, an jî dîtbariye?
Berê rola jinan bi piranî bi malê ve sînordar bû. Lê belê li gel vebûna civakê û zêdebûna rêjeya perwerdeyê, jin karîn bighên pozîsyonên girîng. Ev guherîn pêwîstiya bînesaziya civakî û hiqûqî ya hê didome bi xwe re aniye. Di roja me de desteka tê dayîna jinan di qonaxa veguherînê de ye. Desteka psîkolojîk, hêmana herî bingehîn a nûbûnê ye. Jinek dema ji malbata xwe, dayîk, bav an jî hevjînê xwe destekê dibîne, dikare ji heqê astengiyên herî zor jî derkeve. Lê belê hê li gelek cihan zexta civakê û nêrîna civakê li beramberî xeyalên jinan dibin asteng. Li gelek welat û herêma Kurdistanê ji bo başkirina zagonan hewl tê dayîn, mînak zagonên têkoşîna dijî tundiyê û pergala kotayê. Lê belê serkeftina rast ew e ku ev zagon li ser kaxezê nemînin û bi parastina rast a mafê pîşeyî û aborî ya jinan gengaz dibe. Di roja meya îro de jin di her qadê de tên dîtin û civak herku diçe kapasîteya jinan qebûl dike. Dîsa jî pêwîstî bi pergalek ku rola cûda ya jinan dişopîne û firsendên wekhev pêşkêşî wan dike heye.
Desteka netewî û navnetewî ava bû
Destekkirina jinan di civakê de, pirsgirêkek tevlîhev e ku bi salan e di navbera lêgerînên wekheviya nûjen û normên mêrê kevneperest de tê nîqaşkirin.e. Her çend Jin bi taybetî li Rojava, di qadên siyasî û şoreşê de rola pêşeng bigrin jî, zextên civakî û pergala mêrsalar hê li ser malbatê û jiyana giştî bi bandor e. Civak bi giştî jinên ‘wek berê bingehîn yê malbatê’ û ‘nîvê civakê’ dibîne. Lê belê ev destek gelek deman bi dayîk û rolên hundirîn re sînordar dibe, di aliyê azadiya kesî û wekheviya tam de kêm dimîne. Li gorî lêkolînan kêmkirina bêkariyê û zêdekirina firsendên perwerdê, rasterast desteka civakê ya ji bo jinan bi hêz dike. Lê belê pirsgirêkên aborî û krîzên siyasî, dibin sedem ku jin ji nûve rastî tundî û xizaniyê bên. Di salên dawî de bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li beramberî îradeya jinan destekek bi hêz a neteweyî û navnetewî ava bû, ev jî bi awayek erênî bandor li hişyariya civakê kir.
‘Jin êdî qebûl nakin ku jinên din bibin amûr’
Çalakvana Mafê Jinan Mahabad Şêx Heme Emîn, têkildarî desteka civakê ya ji bo jinan ji ajansa me re axivî. Mahabad diyar kir ku pirsgirêkên jinan divê destpêkê bi jinan, piştre bi malbatê û piştre jî bi civakê ve girê bidin û wiha domand: “Dema jin beşdarî xebatê rêxistinî, siyasî û civaka sivîl dibin bi xwe dibe destekvanê herî bi hêz. Divê malbata wê jî destek bide. Ev bi salan e em dixebitin, ji dema têkoşîna Kurd û pêvajoya şoreşê ve, me bi ser xist ku em di civakê de bi cih bibin û ji bo parastina mafê jinan me têkoşîn da. Ji bo jin di civak, saziyên dewletê û parlementoyê de cih bigre divê were destekkirin. Girîng e ku jin di asta yekem de di navendên biryardanê de cih bigrin. Têkoşîna şervanên jin ên Rojava li dinyayê deng veda, jin bi cesareta xwe li her qadê cihê xwe kiriye. Jin êdî qebûl nakin ku jinên din bibin amûr. Hem xwe hem jî welatê xwe diparêzin.”
‘Divê jin bi hêz û îradeya xwe tevbigerin’
Mahabad Şêx Heme Emîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dema jin diçin nevenda biryardanê, divê beriya hertiştî, bi zîhniyeta jinê tevbigerin û wiha got: “Hewl nedin wek mêran nêz bibin. Hebûna jinan di cihek wiha de bi serê xwe girîng e. Lê mixabin di hinek rewşan de, jin rola xwe ji bo mafê jinan bikar nayne û li gorî îradeya mêran tevdigerin. Ev xelet e. Divê jin bi taybetî ji bo bi destxistina mafê xwe bi îrade û hêza xwe tevbigerin. Divê jin bê cûdahî ji bo wekhevî û edaletê têbikoşin.”
Peyama ji bo jinên ciwan
Mahabad Şêx Heme Emîn nirxandinên xwe bi bangek bidawî kir û got: “Min bi taybetî ji bo jinên ciwan ew e ku, ew e derkevin pêş, têbikoşin û ji bo qeyîmkirina cihê jinê di civakê de bixebitin. Bi taybetî berê xwe bidin qadên medya, siyaset û nivîsê. Ji ber pênûsê jinê, xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû çîrok û destanan ji nûve binivîse.”