Amed- 6’emîn danişîna doza Halîse Îpek a ku bi gotinên îtirafkar Umît Akbiyik di 28’ê Nîsana 2023'yan de hat girtin û bi îdiaya “endama rêxistinê” te darizandin, pêk hat. Halîse Aksoy tevlî doza ku li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin nebû. Parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek li dadgehê amade bûn.
Di danişînê de dozgeriyê xwest ji bo ku biryara xwe amade bike, qewl bidin. Dadgehê daxwaz qebûl kir û dinişînê heta 7’ê Sibatê paşve xist.




