Ciwan Mexribê dihejînin: Xwepêşandan 4 roj in didomin
Li bajarên Mexribê xwepêşandanên ciwanan ên bi pêşengiya tevgera "Nifşê Z 212" ku daxwaza reformên civakî û aborî dikin, digel destwerdanên ewlehiyê û astengiyan jî, zêde dibin.

Mexrib – Ev roja çaremîn e ku tevgera "Nifşê Z 212" bi armanca daxwaza reformên aborî û civakî, bi daxwazên wek baştirkirina mafê perwerde û tenduristiyê û bidawîkirina gendeliyê, çalakiyên xwe dewam dikin. Duh êvarê li hin bajarên Mexribê çalakî bi dewstwerdana ewlehiyê dewam kirin. Tevger, medyaya dîjîtal bikar tîne da ku beşdaran hevrêz bike ku bi teşeya gel û xwepêşandanan derkeve kolanan.
Xwepêşandêr tên binçavkirin
Li Casablanca, komek ciwanan hewl dan ku li meydana Sraghna xwepêşandanekê li dar bixin, lê hêzên ewlehiyê mudaxele kirin da ku xwepêşandanê belav bikin. Taxên derdorê dorpêç kirin û hejmarek beşdaran girtin. Dîmenek wisa li Tangierê jî derket holê, ku çend ciwan berî destpêkirina xwepêşandanê hatin girtin.
Li paytext Rabatê jî 37 girtî duh êvarê derketin pêşberî dozgerê giştî. Dozger biryar da ku 3 ji wan di dema binçavkirinê de werin darizandin, di heman demê de 34 kesên din bi kefaletek di navbera 3 hezar û 5 hezar dîrhem (nêzî 300-500 dolar) de hatin berdan. Dadgehê biryar da ku ev ciwan di Cotmehê de bên darizandin.
Di nav destwerdanên ewlehiyê de çalakî dewam dikin
Her wiha çalakiyên xwepêşandanan li Marrakeshê jî belav bûn. Li wir li nêzî kampusa zanîngehê hejmara girtiyan hatin tomarkirin û li Oujda jî ku xwepêşanderan meşek li dar xistin û berî ku hêzên ewlehiyê destwerdanê bikin û wan belav bikin, dirûşmeyên li dijî gendeliyê biqîrin.
Bikarhênerên medya civakî dîmenek belav kirin ku bûyerek trajîk li Oujda nîşan dide, ku tê de xortek ji lingê xwe de birîndar bûye. Di heman demê de bajarên Kenitra, Zaio, Khemis Ait Ammara û Beni Mellal jî di nav hebûnek ewlehiyê ya giran û tedbîrên ji bo parastina aramiya giştî, de tevlî xwepêşandanan bûn.
Çalakî veguherî pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re
Li Inzegane û Ait Amara hîn meş veguherîn pevçûnên bi hêzên ewlehiyê û cendirmeyên Qraliyetê re, çêbûn. Di nav wan de kiryarên vandalîzmê û şewitandina milkên taybet ên wek dikan û dermanxane, her wiha avêtina keviran li wesayîtên ewlehî û cendermeyan, hebûn.
Xwepêşandan bê parastin in
Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kirin ku ev bûyer ne beşek ji tevgera sereke ne û ev yek jî bal kişand ser dijwariyên parastina xwezaya aştiyane ya xwepêşandanan.
Dirûşmeyên azadî û rûmetê bilind dikin
Xwepêşanderan dirûşmeyên ku daxwazên xwe yên civakî û aborî nîşan dan, di nav de "Azadî, Rûmet, Edaleta Civakî", "Tenduristî berî her tiştî ye", "Em Kûpaya Cîhanê Naxwazin" û "Aştîxwaz û we ew jî tepeser kir" bilind kirin.