Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê berdewamiya hevdîtinan bê pêkanîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe ya têkildarî hevditina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re balkişand ku hevdîtinên bi rêk û pêk dê rê li ber çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê bên vekirin.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dibin tecîrdê tê girtin, daxuyanî da.

Di parvekirina li ser platforma medyaya dijîtal X’ê hate kirin de hate gotin ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Abdullah Ocalan re di çarçoveya qanûnan de bi rêk û pêk bên kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan û biraziyê wî birêz Omer Ocalan, di çarçoveya serdanên malbatan de duh hevdîtinek li dar xist. Bi ser hevdîtina malbatê ya dawî re (3’yê adara 2020’an)  4 sal û nîv derbas bûn û ev hevdîtin divê mîna yên berê ne tenê ji bo carekê û bisînor bin, divê domdar bin. Divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re yên bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş bi rêk û pêk bên kirin û ev yek mecbûriyeteke destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Divê hevdîtinên bi birêz Ocalan re ku xwedî wê hêza teorîk û pratîkê ye ku pêvajoya pevçûn û tundiyê dikare veguhêze ser zemîna hiqûqî û siyasî, bi rêk û pêk bên kirin. Ev yek dê rê li ber veke ku pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê bi rêyên guftûgo, aştî û lihevkirina demokratîk bên çareserkirin.

 ‘Divê binpêkirinên sîstematîk bi dawî bibe’ Di vê çarçoveyê de hewceye binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li Îmraliyê bên bidawîkirin û mafê hevdîtina bi malbatê re û yê bi parêzeran re ku ji 7’ê tebaxa 2019’an ve tê astengkirin, li gorî qanûnan dîsa were bi cihkirin.”