Birîndarên êrişa li ser Şehbayê: Em ê li ber xwe bidin

Di êrişên dewleta Tirk ên di şeva 23’ê Cotmehê li ser Şehbayê pêk hatin de yek jê zarok 4 welatî hatin qetilkirin. Welatiyên birîndar bûne gotin: “Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

RAPERÎN BEKIR

Şehba – Ji şeva 23’ê Cotmehê ve dewleta tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kiriye, bi taybet li navçeya Til Rifet a kantona Efrîn-Şehbayê ku bi sedan koçberên Efrînî û gelê resen ê navçeyê li dimînin. Di encama van êrişan de komkujî li Til Rifetê komkujî pêk hat zarokek jî di nav de û jinek jî di nav de 4 kes hatin qetilkirin û 10 kes birîndar bûn.

'Di encama êrişan de sivîl hatin hedef girtin'

Rêvebera nexweşxaneya Avrîn Efrîn-Şehba Birîvan Hisên bal kişand ser êrişên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê û wiha vegot: "Ji duh ve dewleta tirk a dagirker êriş û topbaranên xwe li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijawrtir kiriye, bi taybet li Şehbayê. Bi awayek hov êrişî malên sivîlan dike û wan dike armancên xwe, di encama van êrişan de zarok, jin û kesên bi temen mezin birîndar bûn û hin jî jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de kesên birîndar bûne hin birînên wan giran in û lingên wan ji ber êrişan hatine qutkirin. Dewleta tirk hemû qanûnên parastina mafê mirov û zarokan binpêk dike. "

'Divê çareseriyek siyasî bê dîtin'

Di dawiyê de Birîvan Hisên bang li rawestandina êrişên dagirkeriyê li ser herêmê kir ji ber ev êriş binesaziya herêmê hedef digire û jiyana sivîlan dixe xeteriyê û wiha got: "Dewleta tirk binesaziya herêmê dike hedefa xwe, li kêleka wê nuqteyên tendirustî yên ku dikevin xizmeta gel armanc dike. Armanca dewleta tik a dagirke rew e ku vîn û îradeya gelan li herêmê biçewsîne û berxwedana wan asteng bike. Ev ne cara yekem e dewleta tirk sivîlan dike hedefên êrişên xwe û komkujiyan di derheqê wan de pêk tîne bi taybet di derheqê koçberên Efrînê de. Daxwaza me ew e ku çareseriyek siyasî ji vê aloziyê re bê dîtin."

'Di pişta xwe de birîndar bûm'

Ehmed Rifayî Bêram yê 15 salî ku di encama êrişên dagirkeriya dewleta tirk de li Til Rifet birîndar bûye wiha kêliyên êrişan dibêje: "Duh di saetên êvarî de dewleta tirk a dagirker êrişî Til Rifet kir û mala me hedef girt, di encama êrişan de ez di pişta xwe de birîndar bûm, her wiha biryarê min jî birîndar bû. Niha ez li nexweşxaneyê xw etedewî dikim. Em hêvî dikin ku ev şer bê rawestandin û zarok neyên qetilkirin."

'Mal û milkên me hilweşand bi êrişên xwe'

Ji koçberên Efrînê yê ku li Til Rifetê bi cih bûye Zeyneb Mihemed qala êriş û hovîtiya dewleta tirk a li ser wan kir û got: "Ev bû 7 salin em koçber bûne û li Til Rifetê bi cih bûne, duh êvarî dewleta tirk a dagirker êrişî me kir û sivîl hedef girtin. Di encama van êrişan de jin, zarok şehîd bûn û gelk jî birîndar bûn, mal û milkên me hatin hedef girtin. Zarokek 5 salî şehîd bû guneha vê zarokê çi ye. em ji Til Rifet dernakevin heya ku em vedigerin cih û warê xwe Efrînê, bila rojane êrişî me bikin em berxwedana xwe bernadin."