Bîbî Sedîqa: Sembola nû ya berxwedana jinên Efganistanê

Ji ber polîtîkayên tepeserkirinê yên Talîbanê, hêrsa jinan li Efganistanê her diçe mezintir dibe. Keça ciwan Bîbî Sedîqa ya ku du sal in ji ber redkirina zewaca bi zorê di girtîgehê de ye, bû sembola nû ya protestoyên jinan.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê dem bi dem çalakiyên protestoyî yên jinan tên lidarxistin. Ev çalakî nîşaneya nerazîbûn û berteka jinan a li dijî wan polîtîkayan e ku ji dema vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê ve li ser wan hatine ferzkirin. Di vê çarçoveyê de, doza keça bi navê Bîbî Sedîqa derket pêş û ew wekî sembola nû ya protestoyan hat qebûlkirin.

Li parêzgeha Parwanê ya li bakurê Efganistanê, komek jin û keçan çalakiyeke protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de girtina Bîbî Sadîqayê hat şermezarkirin û daxwaza azadkirina wê ya bilez hat kirin. Ev doz di mijara mafên mirovan û rewşa jinan a li welat de bû sedema nîqaşên berfireh.

Şermezarkirina polîtîkayên tepeserkirinê

Beşdarên çalakiyê nerazîbûna xwe li dijî polîtîkayên tepeserkirinê yên Talîbanê yên li ser jinan nîşan dan. Wan diyar kir ku berdewamiya girtina Bîbî Sedîqayê mînakeke “tepeserkirina sîstematîk” e ku jin li Efganistanê pê re rû bi rû ne. Her wiha bang kirin ku dawî li girtinên kêfî yên li dijî jin û keçan bê anîn.

Ev çalakî ji aliyê endamên tevgera “Dengê Jinan ji bo Edalet û Wekheviyê” ve hat birêxistinkirin. Ji ber astengiyên zêde yên li ser tevgerên giştî yên li welat, wan çalakî li cihekî girtî li parêzgeha Parwanê pêk anî. Di civînê de hat destnîşankirin ku divê Bîbî Sedîqa tavilê û bêşert bê azadkirin û dawî li hemû cureyên girtina jinan ji ber çalakî yan helwestên wan ên li dijî zewaca bi zorê û binpêkirinên civakî bê anîn.

Du sal in ji ber redkirina zewaca bi zorê girtî ye

Li gorî daxuyaniya tevgerê ya ku bi vîdeoyek hat weşandin, Bîbî Sedîqa keçeke ciwan e û ji devera Bala Murghab a parêzgeha Badghisê ye. Ew nêzî du salan e di girtîgehê de ye, ji ber ku zewaca bi zorê ya bi endamekî Talîbanê re red kiriye.

Tevgerê diyar kir ku ev doz binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e û bêparkirina jinan ji mafên wan ên herî bingehîn e ku di serî de mafê hilbijartinê û azadiya kesane ne.

Paşveçûna sîstema edaletê û bangawaziya dawî

Di daxuyaniyê de hat gotin ku doza Bîbî Sedîqayê ne diyardeyeke yekane ye, neynika rewşeke giştî ya jin û keçên li Efganistanê ye. Ew bi qedexeyên giran ên wekî bêparkirina ji perwerde, kar û azadiyên bingehîn re rû bi rû ne, nemaze piştî ku mekanîzmayên parastina zagonî û edaletê ji dema hatina Talîbanê ve paşve çûne.

Tevgerê piştrast kir ku sîstema edaletê ya girêdayî mafên jinan gelekî lawaz bûye û bal kişand ku gelek jinên mafên xwe dixwazin an gilî dikin, li şûna ku mafê wan bê dayîn, tên girtin an tên şopandin. Her wiha divê tu keç ji ber parastina azadî, mafê hilbijartinê û rûmeta mirovî neyê cezakirin û girtin.

Tevgerê daxwazên xwe bi banga azadkirina tavilê û bêşert a Bîbî Sedîqayê, rakirina hemû qedexeyên li ser jinan, bidawîkirina girtinên kêfî û mîsogerkirina mafên wan ên bingehîn bi dawî kir.

Dengvedana dozê di astên navdewletî de

Li gorî agahiyên ku malbata wê dane, Bîbî Sedîqa 17 salî ye û piştî redkirina zewaca bi zorê ya bi endamekî Talîbanê re li herêma Bala Murghabê, du sal in girtî ye. Piştî ku hûrgiliyên vê dozê di rojên dawî de hatin belavkirin, bal kişand ser rewşa jinan a li Efganistanê û bû sedema bertekên çalakvanên mafên mirovan û saziyên sivîl, di heman demê de nîqaşên navdewletî yên li ser maf û azadiyên di bin serweriya Talîbanê de berdewam dikin.