‘Bi têkoşîn û îradeya gelan wê planên dagirkeriyê têk biçin’

Hevseroka Ofîsa Çandiniyê ya meclisa herêma Şerqiyê ya Dêrazorê Cînan El-Ehmed der barê seferberiya giştî ya li herêmê hatiye ragihandin de got: "Bi têkoşîn û îradeya gelan wê planên dagirkeriya dewleta Tirk vala derkevin.”

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1'ê Kanûna 2024'an de li dijî êrîşên li ser herêmê seferberiya giştî ragihand. Ev seferberî tenê erkeke leşkerî nîn e, erkek mirovî û neteweyî ye ji bo parastina civakê. Sekna gel li herêmê jî û beşdarbûna wan a vê seferberiyê îradeya gelan diyar dike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekbûna xwe li dijî êrîş û gefên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser pergala neteweya demokratîk ava kirin. Her wiha parastina destkeftiyên xwe jî dikin.

Der barê îlankirina seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê û beşdarbûna gel a vê pêngavê re hevseroka Ofîsa Çandiniyê ya meclisa herêma Şerqiyê ya kantona Dêrazorê Cînan El-Ehmed ji ajansa me re axivî.

‘Seferberî rê li pêşiya zindîkirina DAIŞ’ê digre’

Cînan El-Ehmed tekez kir ku seferberî ji bo pêşî li zindîkirina DAIŞ’ê bigre hatiye ragihandin û wiha got: "Di nava aloziyên ku herêm tê re derbas bûye di van salên dawî de û ji bo girtina rê li pêşiya hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê li herêmê, seferberî riya çareseriya herî bi ewle ye. Divê her kes xwe di vê seferberiyê de berpirsyar bibîne ji ber ku parastina axê erkek neteweyî ye û dikeve ser milên hemûyan. Her wiha em ê piştevaniya şervanên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bikin. Em rê nadin tu kes axa me dagir bike û ewlehiya herêma me têk bibe. Em jî cihê xwe di vê seferberiyê de digrin û li hemberî dijmin xwedî sekn û biryar in. Axa me nasname û hebûna me ye, bi xwîna pakrewanan hatiye rizgarkirin, em ê jî nasnameya xwe biparêzin."

'Seferberî erkek mirovî û exlaqî ye'

Der barê erkên ku dikevin ser milên jinan di nava aloziyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin de Cînan El-Ehmed wiha axivî: "Weke jin erka me ew e ku em terka axa xwe nekin, ji dijmin re nehêlin. Divê em li dijî hemû siyasetan têbikoşin û yekbûna xwe xurt bikin. Seferberî ji jinan re derfetek e, dikarin bi rola xwe cihê xwe di dîroka herêmê de bigrin. Em bi hemû pêkhateyên xwe tevlî seferberiya Rêveberiya Xweser dibin û li dijî êrîşên dagirkeriyê xeta berxwedanê dipejirînin. Bi têkoşîn û îradeya gelan wê planên dagirkeriya dewleta Tirk vala derkevin. Tevî zehmetiyên ku me kişandine jî seferberiyê hişt ku em hêza xwe li dijî gefan xurt bikin. Seferberî erkeke mirovî û exlaqî ye, tenê erkek leşkerî nîn e. Jinên Dêrazorê bi berxwedana xwe li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê sekinîn û wê nehiştin axa wan bê parçekirin û dagirkirin."

'Seferberî yekbûna gelan radigihîne'

Cînan El-Ehmed bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekbûna xwe ava bikin û got: “Di asta berxwedanê de ne tenê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bilind bikin, divê li seranserê herêmê berxwedana xwe mezintir bikin. Em hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û heya Aşûran ji parastina axa xwe berpirsyar in. Bang li beşdariya gel ji seferiyê re dikim ji ber ew erkek mirovî ye. Seferberî çeka herî mezin e ji bo yekbûna gelan."