‘Bi hatina Talîbanê re binpêkirinên mafê rojnamegeran zêde bû’

Navenda Nûçegihanên Efganî di daxuyaniya xwe de ragihand ku herî kêm 447 binpêkirina mafên rojnamevanan di desthilatdariya Talîbanê de hatine tomarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zextên heyî dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Navenda Nûçeyan- Navenda Nûçegihanên Efganî di daxuyaniya xwe ya bi boneya Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Çanda Bêcezakirina Tawanên Li Dijî Rojnamevanan ragihand ku li Efganîstanê di nava 20 salên dawî de ji ber binpêkirinên ku li welat diqewimin zêdetirî 120 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane.

Navendê diyar kir ku, çanda bêcezakirina tawanên li dijî rojnamevanan di gelek rewşan de rê li ber kesên ku edaletê digerin girtiye û di encamê de piraniya dozên têkildarî van bûyeran bê encam mane.

‘20 jê jin herî kêm 128 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin’

Navendê got: "Li welat ji sala 2001'an û vir ve di nav de 20 jin herî kêm 128 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane." Navendê diyar kir ku di van sê salên dawî de li Efganîstanê sînordarkirin û zextên li dijî rojnamevan û rêxistinên ragihandinê zêde bûne.

Lêkolîna navendê da xuyakirin ku sedemên bêcezakirin û paşguhkirina edaletê ji sedî 90 bingeha xwe ji hêzên leşkerî digre. Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi vê yekê hat kirin ku di 15’ê Tebaxa 2021’an heta 15’ê Tebaxa 2024’an 447 binpêkirinên li dijî mafê rojnamevanan hatiye tomarkirin. Hat diyarkirin ku di nav van bûyerên ku hatine tomarkirin de  de sê kuştin, bi dehan caran gef, tundûtûjî û zêdetir 220 girtin pêk hatiye.

‘Zextên heyî dê li ser civakê encamên xirab bi xwe re bîne’

Li gorî Navenda Nûçegihana Efganî berdewamiya çanda bêcezakirinê li hember tawanên ku li dijî rojnamevanan tên kirin, zêdekirina zext û astengiyan li ser medyayê dê encamên xirab li ser civakê û pêşveçûna  Efganistanê bi xwe re bîne.

Navendê banga rêzgirtina ji mafên bingehîn ên rojnamevan, rêxistinên ragihandinê û rakirina rêziknameyên sînordarkirina azadiya medyayê kir. Navendê tekez kir ku ew di pêvajoya hikumeta berê de jî hewl daye çanda bêcezakirinê bi dawî bike.