Bi boneya 8’ê Adarê jinan li Kobanê dar çandin

Jinên bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê dest bi çandina daran kirin.

Kobanê – Desteya Ekolojî ya bajarê Kobanê ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê dest bi çandina daran kir. Bi beşdarbûna hemû jinên bajarê Kobanê li gundê Minazê yê girêdayî Kobanê 100 dar hatin çandin.

Çandina daran wê berdewam bike heta roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hevseroka Desteta Ekolojiyê Almaz Romî li ser çalakiya xwe ya dar çandinê wiha got: "Bi boneya roja 8’ê Adarê ku roja jinên cîhanê ye me dest bi vê pêngavê kir. Weke Desteya Ekolojîk a bajarê Kobanê di çarçoveya pêngava ku Kongra Star a bajarê Kobanê de em vê çalakiyê lidar dixin. Me îro li gundê Minazê 100 dar çandin. Ev dar berû ne ku wateya vê darê gelekî li cem Rêbertî girîng e. Darên çinarê darên berû û yên fistiqan me îro çandin.”

Çandina Daran bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok Jiyan Nabê" bi dawî bû.