Beşa Arkeolojî ya Silêmanî mihrîcanek li dar xist
Bi boneya roja cîhanî ya Muzexaneyê, beşa Arkeolojî ya zanîngeha Silêmanî Mihrîcanek taybet bi çalakiyên zanistî û çandî ji bo mamoste û xwendekaran li darxist.
Silêmanî – Îro beşa Arkeolojî a zanîngeha Silêmanî, li bajarê Silêmanî, bi amadebûna xwendekar û mamosteyên zanîngehê, beşa Arkeolojî ya Silêmanî, bi boneya roja cîhanî ya Muzexaneyê, Mihrîcanek a çalakiyên zanistî û çandî, bi pêşandana gelek wêneyên karê dest û komkirinên kar û çalakiyên xwendekaran hate li darxistin.
Parastina dîrokê û arşîvkirina Arekolojiyê
Dekana Koleja Zanista mirovatiyê ya zanîngeha Silêmanî Profesor D.r Pavî Cemîl diyar kir ku salane ev çalakî wek kevneşopiyekê didome, beşa Arkeolojî li kolejê van cûrên çalakiyan li dar dixin û got: “Di salvegera roja muzexaneyê de, îro beşa Arkeolojî, gelek karên bê hempa pêşan dane. Ji wan berhemên arkeolojiyên ku xwendekar û mamoste têde kar kirine û dîtine, wek Arkeolojiya Dêkon û hemama Fatmaxan, her wiha çend karên dîrokî û nivîsên bizmarî di mihrîcanê de hatin pêşandin. Zanista arkeolojiyê, dîrokek wê ya kevin heye. Dokumenter û arşîvkirina Arkeolojiyê barek girane li ser milê mamosteyan. Li zanîngeha Silêmanî muzexaneyek taybet a me heye. Raste li vêderê karkirin û şîrovekirina parçeyan zore. Lê belê tevî vê jî em karkirina li ser berhemên Arkeolojiyê didomînin.”
Teyîsîna rola jinê di serdemên dîrokî de
Xwendekara beşa Arkeolojiyê ya zanîngeha Silêmanî Şem Selam derbarê beşdariya mihrîcanê de wiha got: “Karê min behsa rola jinê di serdemên dîrokên cûda de dike. Bi rêya nivîs û peykeran em nîşan didin ku jin di serdemên kevin çawa kar kirine û jiyan kirine. Min behsa jinên kesayet û jinên ji rêzê kiriye ku di kevin de karê çêkirina xaliyan û muzîqjenînê kirine. Di heman demê de min behsa jiyana şahjinan kiriye ku wan deman çawa derbas kirine.”
Şem Selam di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me gelek peykerên jinan bi awayek tazî dîtine, eve jî dema em li mijarên herêmê û cihê jinan di nêrin, dibînin ku jin di wan deman de xwedî kar û pîşeyên xwe yên taybet bûn.”