Berteka Oznur Deger a li dijî îşkenceyê bû hinceta dozê

Derbarê rojnamevan Oznur Deger bi hinceta ku di dema binçavkirina de bertek nîşanî îşkenceya lê hatiye kirin û tundiya li dijî malbata wê hatiye meşandin daye, dozek nû hate vekirin.

Navenda Nûçeyan – Derbarê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Degerê de, dozeke nû hate vekirin. Hat zanîn ku ji ber di 7’ê Sibata 2025’an de dema hatiye binçavkirin li dijî îşkenceya lê hatiye kirin û zexta derûnî ya li malbata wê hatiye kirin bertek nîşan daye bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye ” û “heqaretê” doz lê hate vekirin.

Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ve hate amadekirin, ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Qoserê ve hate qebûlkirin. Di heman demê de der heqê xwişk û dayîka Oznur Degerê de jî bi îdiaya “ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” doz hate vekirin.

Danişîna ewil a dozê dê di 14’ê Tîrmehê de were lidarxistin.