Baxçeya Xalxalok ji dayikên karmend re dibe alîkar

Baxçeyê zarokan Xalxalok ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin ji dayikên karmend re dibe alîkar. Rêvaberiya baxçeyê Yusra Îsa diyar kir ku armanca wan bingeha xwendinê ji zarokan re ava bikin, beriya derbasbûna qonaxa dibistanê.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Rêveberiya Xweser di sala 2022'yan de Baxçeyê Xalxalok ê zarokan vekir. Rêvebera Baxçeya Xalxalok Yusra Îsa behsa ji ajansa me re behsa armanc û xebatên bexçeya Xalxalok û got: "Em dixwazin alîkariyê bi dayikên karmend re bikindaku dayik bikaribin kar bikin."

'Baxçeyê Xalxalok di sala 2022'yan de hatiye avakirin'

Yusra Îsa behsa destpêka vekirina baxçeyê Xalxalok kir û got: "Baxçeyê Xalxalok di sala 2022'yan de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin. Armanc bi vekirina wê ew e ku em alîkariyê bi malbatên zarokan ên feqîr re bikin, bingeha xwendinê ji zarokan re ava bikin, beriya derbasbûna qonaxa dibistanê û alîkariyê bi dayikên karmend re bikin. Ji ber ku piraniya zarokên tên baxçe dayikên wan karmend in kar dikin ji bo wê me xwest em vê baxçeyê ava bikin."

'Em zarokên di navbera 6 mehî û 3 salî de vir bi cih dikin'

Yusra Îsa behsa zehmetiyên ku dibînin û bernameyên zarokan kir û wiha berdewam kir: "Di destpêkê de hinek zehmetî ji aliyê cereyanê va hatin kişandin lê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser ew birsgirêk hat çareserkirin. Bi biştgiriya Rêveberiya Xweser hemû pêdivî tên bicihanîn. Zarokên ji 6 meh heta 3 salî em li vir wan bi cih dikin. Bernameyên zarokan ji destpêka ku tên vê derê ve hene. Em werzîşê bi wan didin kirin, piştre navbera xwarinê, dûre jî derbasî waneyên xwe dibin. Zarokên karmendan ji demjimêr 8'ê sibehê heya 3'yê nîvroyê li baxçe dimînin û zarokên din ji demjimêr 8'ê sibehê heta 12'ê nîvroyê li baxçe dimînin."

'Deriyê baxçeyê me ji hemû malbatan re vekiriye'

Yusra Îsa xwest ku di pêşerojê de beşên din jî di baxçe de vebin û bang li hemû malbatên zarokan kir ku zarokên xwe bibin baxçeyên ji bo bingeha xwendinê bi wan re çêbibe û wiha bi dawî kir: "Malbat gelek zarokên xwe tînin baxçe û deriyê baxçeyê me ji hemû malbatan re vekiriye. Em dixwazin ku zarokên xwe bînin vê derê. Em dixwazin di pêşerojê de beşên din vekin. Em bang li hemû malbatan dikin ku zarokên xwe bişînin baxçeyan û bingeheke wan a xwendinê bidin avakirin beriya derbasbûna wan a qonaxa dibistanê."