Bahoza tozê li Sîstan û Belûcistanê jiyan rawestand

Ji ber bahoza tozê ya dijwar û kêmbûna dîtinê, li gelek navçeyên parêzgeha Sîstan û Belûcistanê saziyên giştî û banka hatin girtin. Ajansa Meteorolojiyê hişyarî da ku ev krîza avhewayê dê heta dawiya heftê berdewam bike.

Navenda Nûçeyan – Îro medyaya Îranê ragihand ku bahoza tozê li bajarên cuda yên parêzgeha Sîstan û Belûcistanê yên wek Xirmand, Zahek, Hemûn û Zabol, bi kêmbûna dîtinê û zêdebûna rêjeya tozê re her ku diçe jiyan dijwartir dibe.

Zêdebûna rêjeya tozê jiyana rojane kir xeterê û bû sedema rawestandina xebatan. Nivîsgehên çapemeniyê yên rêveberiyên navçeyên Hirmend, Zehek û Hamûnê ragihandin ku li ser pêşniyara Navenda Rêveberiya Krîzê ya navçeyê, hemû saziyên giştî, dezgehên rêveber û banka hatine girtin. Di vê çarçoveyê de tenê yekîneyên tenduristiyê û saziyên xizmetguzariyê yên awarte dê karên xwe berdewam bikin.

Li aliyê din, Rêveberiya Taybet a Zabolê ragihand ku ji ber xirabûna şert û mercên hewayê, saziyên dewletî û nedewletî, şirketên sîgorteyê û şaredarî îro saet 11:00’ê sibê xebatên xwe rawestandine. Li gorî daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Dewletê, ev şert û mercên nebaş dê heta dawiya heftê bandora xwe bide hîskirin.

'Bayên 120 Rojî'

Krîza tozê li parêzgeha Sistan û Belûcistanê, bi taybetî di salên dawî de gihîştiye asteke pir metirsîdar. "Bayên 120 rojî" yek ji sedemên sereke yên vê diyardeya xwezayî ye ku her havîn jiyana niştecihên herêmê tîne xaleke rawestandinê.

Lê belê, meteorolog û pisporên avhewayê destnîşan dikin ku faktorên ku ji hêla mirovan ve têne çêkirin jî di belavbûna vê krîzê de rolek mezin dilîzin. Nebûna rêveberiya rast a çavkaniyên avê, hişkesaliya li zozanan û kêmkirina nebatan, wekî sedemên herî girîng ên zêdebûna tozê tên nîşandan.

Gola Hamûn û zozanên Cazmuriyan bi temamî ziwa bûn

Hişkbûna Zeviyên Navneteweyî yên Hamûn û Zeviyên Cazmuriyan wekî dilê vê krîzê tê dîtin. Gola Hamûnê ji ber kêmbûna giran a herikîna avê, qutbûna çavkaniyan û ziwabûnên li pey hev, îro li herêmê veguheriye yek ji mezintirîn navendên hilberîna tozê.

Her wiha, zozanên Cezmûrî yên ku di navbera parêzgehên Belûcistan û Kermanê de ne, ji ber çêkirina bendavan û kêmbûna baranê bi tevahî ziwa bûne. Ev hilweşîna ekolojîk dibe sedem ku bi her bayekî biçûk re, bi tonan toz û qûm li seranserê herêmê belav bibe û tenduristiya gel xeter bike.