'Netewa demokratîk hebûna hemû pêkhateyan diparêze'

Rêveberiya Encumena Civaka Ermen Arev Qasabiyan a derbarê kongreya 1’emîn a Meclîsa Civaka Ermeniyan de axivî, diyar kir ku rêxistinbûna gelê Ermenî bi pêşengiya jinên Ermenî pêk hat û got: “Netewa demokratîk hebûna pêkhateyan diparêze.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 hezar malbatên Ermenî dijîn. Ev malbat ji fermana 1915’an a dewleta Tirk li dijî gelê Ermen pêk anî rizgar bûne û berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. Bi armanca rêxistinkirin û komkirina civaka Ermeniyan 20’ê Tirmehê kongreya 1’emîn a Meclîsa Civaka Ermeniyan pêk hat.

Rêveberiya Encumena Civaka Ermen Arev Qasabiyan derbarê lidarxistina kongreyê de ji ajansa me re axivî.

Arev Qasabiyan, diyar kir ku lidarxistina Kongreya Meclîsa Civaka Ermeniyan di demeke pir hesas de pêngaveke serkeftî bû û wiha got: “Di sala 1915’an de gelê Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve rastî qirkirinê hat. Di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û koçberkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek malbatên Ermenî yên ji mezhebên Misilman û Xiristiyan hene. Piştî Şoreşa Rojava û naskirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclîsa Civaka Ermeniyan hat avakirin. Ev meclîs ji bo civaka Ermenî bû derfet ku rastiya xwe nasbike, li hev kom bibe, xwe birêxistin bike û çand û zimanê xwe biparêze. Em wek gelê Ermenî hene, em ê her hebin û em ê jiyaneke bi nasname bijîn.”

‘Dijminê duh û îro yek e’

Arev Qasabiyan, bal kişand ku ji sala 1915’an û vir ve li hemberî gelê Ermenî planên qirkirinê berdewamin û wiha dewam kir: “Dijminê duh û îro yek e. Osmaniyan gelê Ermenî qetilkirin û belav kirin. Îro dewleta Tirk dixwaze armanca Osmaniyan pêk bîne û li kuderê Ermeniyek hebe qetil bike. Li Efrîn û Serêkaniyê jî Ermenî rastî qirkirin û koçberiyê hatin. Divê em li hemberî van planan şiyar bin û rê nedin ku armanca dijmin pêk were. Îro bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em bûn xwedî îrade, em bûn yek û bi zimanê xwe dixwînin. Me hêza xwe ya parastinê ava kiriye û em di her qada şoreşê de cih digirin. Ev pêngaveke serkeftî ye û mînaka wê yekê ye ku projeya netewa demokratîk projeyek e ku maf û derfetê dide her kesî ku nasname û hebûna xwe biparêze.”

‘Jinên Ermenî di komkirina civaka Ermenî de roleke girîng dilîzin’

Arev Qasabiyan di dawiya axaftina xwe ev tişt got: “Vejîn û rêxistinbûna gelê Ermenî bi pêşengiya jinên Ermenî pêk hat, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qerebaxê jî jina Ermenî têkoşîneke mezin dide. Îro jinên Ermenî wê tola zarok, dapîr û bapîrên xwe hilînin û bi nasname, çand û dîroka xwe civaka Ermenî ava bikin. Armanca me ya sereke ya ji kongreyê ew e ku em nîşanî her kesî bidin em hene û ne hatine tunekirin. Emê bi rêxistinkirinê xwe vejînin û tola xwe hilînin.”