Amnesty ji bo darvekirinên li Îranê hişyarî da
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirina 13 xwepêşanderên li Îranê, raporek weşand û hişyariyê dide.
Navenda Nûçeyan – Amnesty ragihand ku 13 xwepêşander di bin metirsiya darvekirinê de ne û got ku: “Desthilata dadwerî ya Îranê cezayê darvekirinê li dijî girtiyên siyasî û beşdarên xwepêşandanên nerazîbûnê zêde kiriye.”
Di raporê de hatiye diyarkirin ku 13 xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê li ser wan hatine sepandin, hemû di bin metirsiya darvekirinê de ne.
Rêxistinê da zanîn ji bo ku îtirafên bi zorê ji wan werbigirin, xwepêşander rastî êşkence û lêdana bi qamçiyan hatine, di hucreyên yek kesî de hatine girtin û di dadgeheke nedadperwer de hatine darizandin.
Amnesty destnîşankir ku desthilata dadwerî ya Îranê darvekirinên kêfî li dijî girtiyên siyasî û beşdarên xwepêşandanên nerazîbûnê zêde kiriye.
Hate gotin ku rejîm dixwaze darvekirinan ji bo belavkirina tirsê di nav civakê de û bêdengkirina dengên nerazî bikarbîne.