AMNESTY: Divê cezayê Şerîfe Mihemedî were hilweşandin
Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awustiryayê, çalakiyên Şerîfe Mihemedî weke çalakiyên aştiyane bi navkir û xwest demildest cezayê Şerîfe Mihemedî were hilweşandin û bê şert û merc azad bibe.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Parastinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî derbarê helwesta şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awustiryayê, debarê Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir û daxwaz kir demildest cezayê Şerîfe Mihemedî were hilweşandin û bê şert û merc azad bibe.
Li gorî kampanyayê Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awustiryayê, çalakiyên Şerîfe Mihemedî weke çalakiyên aştiyane binav kiriye û gotiye: “Çalakiyên wê ne suc in, hemû jî ji bo mafê jinan û karkeran in. Lê niha ew rûbirûyî gefa darvekirinê hatiye.”
Kampanyayê, ragihand ku Rêxistina Efûyê bang li civaka navneteweyî kiriye da ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî îmzeyan kom bikin û helwesta xwe nîşan bidin.
Kampanyayê, da zanîn ku rêxistinê xwestiye demek ji ya din zûtir cezayê Şerîfe were hilweşandin û bê şert û merc azad bibe.
Di 5’ê Kanûna 2023’an de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bê fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.
Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tohmeta (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin.