Hesekê - Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li Hesekê ya Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi mitîngekê ku li parka Serdem hat lidarxistin, di salvegera xwe ya 28’an de hat bibîranîn. Di mitîngê de bi sedan kes ji bajarên Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û bajarokên Hesekê amade bûn.
'Stêrka Zîlanê li Kurdistanê dibiriqe'
Piştî deqeyek rêzgirtin Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Evîn Paşo axivî û wiha got: "Ji Sema Yuca, Leyla Agirî, Zehra Berkel heta Raperîn Amed, ji Yûsra Derwêş heta Lêman Şiwêş ev in yên ku govenda azadiyê li Kurdistanê û giştî cîhanê dan gerandin û serkêşiya vê govendê jî Şehîd Zîlan kir. Tevgerên Kurd yên ku derketin û xwe spartin herêman, di têkoşîna Gelê Kurd di hin cihan de asêbûn çêkir û nedibû şoreşeke cîhanî. Lê bi derketina partiya Apoyî re hêzeke ku Kurdistanê û polîtîkayên qirkirina nasname û hebûnê biparêzin, ava kir. Ji lewra hêzên hegemon û mêtînger xwestin Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî tasfiye bikin, ji lewra Şehîd Zîlan bersiveke tund da dijmin û di nav artêşa dagirkerên Tirk de çalakiyeke fedayî pêk anî. Ji wê rojê ve şewqa bedena Zîlanan heta roja îro li giştî Kurdistanê belav dibe û stêrka wê dibiriqe."
'Kurdistan zindan e û dewleta Tirk di nav de ye'
Evîn Paşo wiha berdevam kir: "Ji her çar aliyên Kurdistanê îro rêhevalên Zîlanê tola wê hiltînin û dixwazin tecrîdê bişkînin. Çalakiya Barîn Kobanê li Efrîn û Sara û Rûken li Bakurê Kurdistanê berdewamkirina rêya şehîd Zîlan e û geşkirina agirê tolhildanê ye."
'Zîlan naveke ku dîrok dê jibîr neke'
Bi navê Kongra Star Semer El-Ebdela axivî û got ku Zîlan erşê desthilatdariya dewleta Tirk hejand û wiha dom kir: "Çalakiya Zîlan a ku dengvedaneke Kurdistanî çêkir, hişt ku Dêrsim bibe qadeke têkoşîn û berxwedanê a herî biwate. Bi awayekî cûda mirov dikare manîfesto bixwîne ango ji Zîlan waneyan bigre û bike pratîka jiyanê. Zîlan çavkaniya hêz, wêrekî û lehengiyê ye. Zîlan naveke ku dîrok dê jibîr neke û rêya azadiyê pêşberî hemû jinan vekir û heta dawî jî em ê şopdarên rêya wê bin."
Mitîng bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.









