Şewba Ebola li Kongoyê ber bi eyaletên nû ve belav dibe

Li Kongoyê hejmara kesên ku ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dan bû 399 û hejmara bûyerên Ebolayê yên tesbîtbûyî jî gihîşt hezar û 333. Rayedaran, hişyarî dan ku ji ber qelsbûna pergala tenduristiyê û pevçûnên ku hewildanên kontrolkirinê asteng dikin.

Navenda Nûçeyan – Hate diyar kirin ku şewba Ebolayê yek ji nexweşiyên herî kujer ên cîhanê ye û piştî salên 1976’an li Komara Demokratîk a Kongoyê gelek şewbên mezin jiyan tên jiyîn.

399 kes mirine

Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê, îro di daxuyaniya xwe de ragihandin ku hejmara kesên ji ber şewba Ebolayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 399 û hezar û 333 bûyer jî hatine tespîtkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di meha Gulanê de şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ugandayê mîna rewşek awarte ya ku ji bo welatên din jî xetereyê çêbike binavkir û diyar kir ku xetera belavbûna herêmî zêde ye.

Çavkaniyên medyayê, balkişand li ser îhtîmala belavbûna şewbê li du parêzgehên nû yên Kongoyê. Diyar kir ku rayedarên tenduristiyê bêyî agahdariyek zelal a li ser herêmên rast û hejmarên bûyeran hewildanên xwe yên kontrolkirinê didomînin.

Şer û qelsiya binesaziyê rê li ber kontrolê digre

Şewba Ebolayê, li ser pergala tenduristiyê ku ji ber pevçûnên çekdarî, koçberî û zehmetiyên xwegihandina deverên dûr zehmetiyan dijî, zextek mezin çêdike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî, hişyarî da ku ger belavbûn berdewam bike, ji ber binesaziya tenduristiyê ya qels a welat û tundiya domdar, wê qeyranek mezin a tenduristiyê derbikeve holê.